Sevim Hatun
26 Adar 2018•Rojanekirin: 26 Adar 2018
ANKARA
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu ji bo welatiyên Rûsyayê yên ku di agirê bi navenda danûsitandinekê ketibû de miribûn, sersaxî da gelê Rûsyayê.
Wezîr Çavuşoglu li ser hesabê xwe yê Twîtterê diyar kir ku di agirê li Kemerovoya bajarê Rûsyayê de gelek welatî mirin, ew ji ber vê yekê xemgîn in.
Çavuşoglu got, "Bila serê gel û dewleta Rûsyayê sax be, Xwedê sebrê bide malbatên ku xizmên wan di agir de şewitîn" û hesabê Twîtterê yê Wezareta Karên Derva a Rûsyayê jî li ser peyama xwe zêde kir.
Di agirê li bajarê Kemerovo de 37 kes miribûn.