ANKARA
Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan di 21emîn Civîna Şêwr û Nirxandinê ya partiya xwe de li Kizilcahamamê axivî. Serokwezîr Erdogan diyar kir ku ala Tirkiyeyê ne ya komekê ye, ya hemû gel e û li Tirkiyeyê tiştê normal jî ew e ku hemû ziman serbest bin.
"Niha tiştên ku li Tirkiyeyê diqewimin tiştên normal in"
Serokwezîr Erdogan destnîşan kir, tiştên ku niha li Tirkiyeyê pêk tên, tiştên normal in û wiha dewam kir: "Li Tirkiyeyê ew zilm û zordariya bi dehan salan bû li ser ol, bawerî û jiyana me dihat kirin, me rakir. Niha em eleqeya xwe bi jiyana tu kesî nakin. Tiştên ku niha li Tirkiyeyê pêk tên, tiştên normal in. Tiştê normal ew e her zimanê ku li vî welatî heye, bi awayekî azad û serbest bê bikaranîn. Keçikên ku ji ber şalpeya serî xwe, li ber derê zanîngehan dihatin vegerandin, bi rastî tiştê ku ne normal bû ev bû. Jinên ku serê wan girtîye nikarin bikevin TBMMyê ev ne normal e. Ka lê binêrin ew bi sergirtî ketin û çi bû. Li vî welatî di navbera xwîşkên min ên serî girtî û serî vekirî de tu pirsgirêk tuneye. Mixabin pirsgirek di zagonsazî, daraz û birêvebirê ne de bû.
"Tirkiyeya nû"
Serokwezîr Erdogan bal kişand ser berjewendiyên ku li ser al, şehîd û komarê tê kirin jî û wiha got: "Ala Tirkiyeyê ne ya komekê ye, şehîdên Tirkiyeyê ne yên komekê ne û komar jî ne ya komekê ye. Him al û him şehîd û him jî komar ya 76 milyonan e. Em bi taybetî jî tu car nahêlin li Tirkiyeyê li ser mafên mirovan û demokratîkbûnê bêedaletî û cudatî bê kirin. Em ê destûrê nedin xebatên wiha. Tirkiyeya nû wekî Tirkiyeya ku Meclîsa xwe di 23ê Nîsana sala 1920an de vekiribû ye. Yanî ev Tirkiye, ya 76 milyonan e. Çawa ku em hemû xwediyê vî welatî ne, divê em ji bo pêşeroja Tirkiyeyê jî bi vê hewl û baweriyê bixebitin. Li Tirkiyeyê hin kesên ku dixwazin alozî çêbin, hene. Muxalefet jî di vê mijarê de serkêşiyê dike. Welatiyên Tirkiyeyê li gor berê, niha zêdetir hev digrin û ji bo pêşerojê dixebitin."
"Ev welat CHPê ava nekir, welatiyan ava kir."
Serokwezîr da zanîn ku li Tirkiyeyê tiştên ku ji bo normalbûnê dikin, ji bo edaletê ye jî û wiha pê de çû: "Ez dixwazim bila her kes vê yekê bizanibe. Ev welat CHPê ava nekir, welatiyan ava kir. Divê em vê baş bizanibin. CHPê demokrasî neaniye vî welatî, tevî li dij derketina CHPê, demokrasiyê jî dîsa gel aniye vî welatî."