Abdullah Tel
20 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 21 Rêbendan 2018
ANKARA
Hat ragihandin ku Wezareta Karên Derva der heqê hereketê da nota da Konsolosxaneya Sûriyeyê ya Stenbolê.
Li gor agahiyên ji çavkaniyên dîplomatîk hat hildan bi wesitaya Nûnertiya Stenbolê ya Wezareta Karên Derva va nota dan Konsolosxaneya Sûriyeyê ya Stenbolê û der barê Hereketa Çiqlê Zeytûnê da hat agahdarkirin.
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres û Kazakistana Serokê Heyamê yê Konseya Ewlehiya NYê jî bi navbeynkariya Nûnertiya Daîmî ya NYê ya Tirkiyeyê va der heqê hereketê û bingeha wê ya hiqûqî da bi nameyê hatin agahdarkirin.
Şefên misyona endamên daîmî yên Konseya Ewlehiya NYê Amerîka, Rûsya, Îngiltere, Fransa û Çîn ê yên li Tirkiyeyê jî der heqê Hereketa Çiqlê Zeytûnê da vexwendî Wezareta Karên Derva hatin kirin û hatin agahdarkirin.