Muhammet Kurşun
20 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 21 Rêbendan 2018
ANKARA
Serokê Meclisê Îsmaîl Kahraman li ser Operasyona Çiqlê Zeytûnê peyamek belav kir û ragihand, "Hedefa operasyonê teror û terorîst in. Ev li gorî hiqûqa navneteweyî û heqê parastinê meşrû ye."
Kahraman, di daxuyaniya nivîskî de bal kişand ser ehemmiyeta Operasyona Çiqlê Zeytûnê ku Artêşa Tirkiyê li Efrîna navçeya Helebê da destpêkirin.
Kahraman diyar kir ku operasyon ji bo parastina ewlehiya sînor, rêlêgirtina korîdora terorê ye û ew hêviya serkeftinê dike.
Serokê Meclisê cih da van Îfadeyan:
"Hedefa operasyonê teror û terorîst in. Ev li gorî hiqûqa navneteweyî û heqê parastinê meşrû ye. Ez ji bo Artêşa Qehreman serfiraziyê ji Xwedê hêvî dikim."