Polîtîka

"Tirkiye li Libyayê bû mifteya aştiyê"

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan: "Tirkiye him li qadê û him jî di dîplomasiyê da bi têkoşîna meşand va li Libyayê bû mifteya aştiyê."

Türkan Tosun  | 19.01.2020 - Rojanekırın : 20.01.2020
"Tirkiye li Libyayê bû mifteya aştiyê"

Ankara

 Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ji bo beşdarî Civîna Berlînê ya ku mijara wê Libya ye bibe çû Berlîna Almanyayê.

Erdogan beriya here Berlînê li Balafirgeha Ataturkê civîneke çapemeniyê li dar xist û pirsên çapemeniyê bersivandin.

Civîna Berlînê ya ku mijar Libyayê wê bi mazuwaniya Serokwezîra Almanyayê Angela Merkelê va bê kirin.

Serokomar Erdogan got ji bo vê civînê bi mehane amadehî tên kirin û meneya vê civînê cuda ye.

- "Êrîş ji bilî Libyayê tesîrê li welatên cînar û hemû Behra Spî dikin"

Erdogan got ji Nîsana 2019an vir va hikûmeta Libyayê ya ku ji hêla Neteweyên Yekbûyî û civaka navneteweyî va meşrû tê dîtin rastî gelek êrîşan hat û wiha axivî: "Di êrîşên Xefterê darbekar û piştgirên wî da heta niha bi sedan sivîl mirin. Ji ber pevçûnan qasî 400 hezarî birayên me yên Libyayî mecbur man ku terka malên xwe bikin. Ev kesên koç kirin bi taybetî li ser Tunis û Cezayîrê tesîrek pêk anîn. Em dibînin rêxistinên terorê yên wek DEAŞ û El Qaîdeyê dîsa li Libyayê bi cih dibin. Êrîş ji bilî Libyayê tesîrê li welatên cînar û hemû Behra Spî dikin."

Ji bo êrîşên Xefter û tevgera civaka navneteweyî jî Erdogan wiha got: "Li hemberî êrîşên bêperwa yên Xefterê darbekar civaka navneteweyî mixabin heta îro berteka hewce dike nîşan neda. Tevgerên Xefterê darbekar û piştgirên wî yên rasterast biryarên Konseya Ewlehiya NYyê bin pê dikin demeke dirêj tune hatin hesibandin."

- "Tirkiye li Libyayê bû mifteya aştiyê"

Erdogan anî ziman Tirkiye di mijara Libyayê da bû mifteya aştiyê û wiha pê da çû: "Tirkiye him li qadê û him jî di dîplomasiyê da bi têkoşîna meşand va li Libyayê bû mifteya aştiyê. Bi agirbest û Civîna Berlînê va dîsa hêvî çêbû ku divê ew nebe qurbana îhtirasên bazirganên xwînê û rageşiyê."

- "Mîçotakîs lîstikê şaş dilîze"

Serokomar Erdogan der barê tevgerên Yewnanistanê ya mijara Libyayê da wiha axivî: "Yewnanistan ji ber ku venexwendin Almanyayê aciz e. Lihevkirina Libya û Tirkiyeyê jî jixwe Yewnanistanê dîn kiribû. Çûyina Xefter a Yewnanistanê bêqîmet e, tu qîmeta wê tune. Hela ku li ber çavê me tu qîmeta wê tune. Serokwezîrê Yewnanistanê Mîçotakîs lîstikê şaş dilîze. Gavên diavêje ne gavên rast in. Baş dest bi vê pêvajoyê nekir."

Der barê îdiaya metna reşnivîs ji çapemeniyê ra hatiye şandin da jî Erdogan wiha got: "Metneke bi vî rengî nehatiye ber destê me."

Serokomar Erdogan der barê darizandinên FETOyê û biryarên nakokî di wan da heye da jî wiha got: "Ji bo camieya me ya darazê bi rastî jî bûye gaveke xemdar.

Serokomar Erdogan çû Almanyayê

Serokomar Erdogan, piştî ku li Mala Mêvanan a Dewletê ya Balafirgeha Ataturkê civîna çapemeniyê li dar xist, di saet 10.45an da bi balafira "TC-TRK"yê bi rê ket ku here Berlînê.

Alîkarê Serokomar Fuat Oktay, Waliyê Stenbolê Alî Yerlîkaya, Fermandarê Şaxartêşa 1em û Garnîzona Stenbolê Orgeneral Musa Avsever, Midûrê Emniyetê yê Stenbolê Mustafa Çalişkan, Serokê Bajêr ê Stenbolê yê AK Partiyê Bayram Şenocak û hin kesên din Erdogan bi rê kir.

Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar, Serokê Teşkîlata Îstixbarata Neteweyî (MÎT) Hakan Fîdan, Serokê Ragihandinê Fahrettîn Altun, Serokê Karên Îdarî yên Serokomariyê Metîn Kiratli, Nûnerê Taybet ê Lîbyayê yê Tirkiyeyê û Parlamenterê Enqereyê yê AK Partiyê Emrullah Îşler jî bi Erdogan ra çûn Berlînê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.