ANKARA
Serokwezîr Erdogan der barê biryara doza Balyozê ya Dadgeha Bilind dabû de got ku "Dadgeha Bilind qismek ji biryarên ku dadgehê biryar dabû tesdîq kir, qismek ji wan jî xira kir û hinekê wan jî sererast kir û tesdîq kir. Tabî pêvajo hêj neqediya ye û didome. Ji ber vê yekê em ê mijarê bişopînin."
Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan digel serokê Dewleta Ukraynayê Vîktor Yanukovîç civina hevpar ya çapemeniyê li dar xist û bersiva pirsên rojnamevanan da.
Erdogan li ser pirsa der barê rewşa mehkûmê doza balyozê Parlementerê MHPê Engîn Alan de got ku li wir jî pêvajo didome. Dema ku rewş eseh bû li gor madeyên 83yemîn û 84emîn yên Destûrê çi hewce dike, dê bê kirin.
Di vê navberê de 25 bersûcên doza Plana Balyozê yên ku Dadgeha Bilind biryara tehliyeya wan dabû, ji Girtîgeha Hasdalê hatin serbestberdan. Xizmên van, ew li ber deriyê girtîgehê pêşwazî kirin.
Ji hêla din ve bersûcên doza Plana Balyozê yên ku Dadgeha Bilind biryara tehliyeya wan dabû, yên di Girtîgeha Cezaya Leşkerî ya Hadimkoyê û Girtîgeha Maltepeyê de jî serbest hatin berdan.
Serokwezîr Erdogan der heqê serdana Serokê Dewleta Ukraynayê Vîktor Yanukovîç ya li Enqereyê de jî got ku me bi Yanukovîç û lijneyan re hevdîtinên gelek baş pêk anîn û me piştî hevdîtinan Civîna 3yemîn ya Konseya Stratejîk a di Asta Bilind de ya Ukrayna û Tirkiyeyê li dar xist.
Erdogan qala têkiliyên Ukrayna û Tirkiyeyê jî kir û got ku di gelek tiştan de nêrîna me û ya Ukraynayê wek hev e. Erdogan li ser pirsa gelo Civîna Konseyê çawa derbas bû jî got ku hema bêje me civîneke du hevserokî kir û ji bo aborî û tûrîzmê wek du welatên ku qeraxa wan bi Deryaya Reş re heye, têkiliyên baş danî.