TBMM
Tezkereya Serokwezirtiyê ya ku salekê destûra hikûmetê ya der barê operasyona li ser bakurê Iraqê de dirêj dike, îro tê TBMMê.
Di tezkereyê de hat gotin ku li bakurê Iraqê rêxistina terorê PKK heye û ev gefa li bakurê Iraqê ya li ser yekîtî, aramî û ewlehiya Tirkiyeyê, bi bandora bûyerên ku demên dawî li herêmê diqewimin, zêdetir dibe.
Hat ragihandin ku Tirkiye gelek girîngiyê dide yekîtiya ax û neteweya Iraqê û dixwaze îstiqrara wir biparêze. Tirkiye ji bo ku li bakurê Iraqê ji PKKê xilas bike û dawî li êrîşên terorîst yên li ser Tikiyeyê bîne, xebatên xwe yên leşkerî bi awayekî serkeftî didomîne û hewldanên wê yên siyasî û dîplomatîk jî berdewam in.
Hat xwestin destûra ji bo ku yekîtiya axa Tirkiyeyê bê parastin û bikaribin mudaxeleyî li ser bakurê Iraqê bikin û peywirdaran bişînin wir, heta 17ê çiriya pêşîn ya 2013an bê dirêjkirin.