ANKARA
Serokê Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (LHB) Sadî Guven mazbataya Recep Tayyîp Erdoganê ku wek serokomar hat hilbijartin, pêşkêşî Serokê TBMMyê Cemîl Çîçek kir.
Guven destnîşan kir ku cara ewil bi rayên gel serokomar hat hilbijartin û Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan herî zêde ray wergirt û wek Serokomarê 12emîn hat hilbijartin.
Guven li LHByê civîna çapemeniyê li dar xist û encamên teqez ên hilbijartina serokomariyê eşkere kir.
Guven destnîşan kir ku lijneya hilbijartinê îro di civîna xwe de encamên teqez nirxand û wiha got: "Li gor vê jî cara ewil bi rayên gel serokomar hat hilbijartin û Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan herî zêde ray wergirt û wek Serokomarê 12emîn hat hilbijartin."
Guven diyar kir ku dê encamên teqez di Rojnameya Fermî de werin weşandin û wiha got: "Tevî encamên teqez em ê mazbataya Birêz Recep Tayyîp Erdoganê ku wek serokomar hat hilbijartin pêşkêşî Serokê TBMMyê Cemîl Çîçek bikin."
Li gor encamên teqez ên ku di malpera LHByê de hatin weşandin, ji namzedan Ekmeleddîn Îhsanoglu ji sedî 38.44, Selahattîn Demirtaş ji sedî 9.76 ray wergirtin.
Recep Tayyîp Erdogan jî ji sedî 51.79 ray wergirt û wek serokwezîrê 12emîn hat hilbijartin.