Serokomar Erdogan û Serokê DYAyê Biden civiyan
Hevdîtina Serokomar Erdogan û Serokê DYAyê Biden a di çarçoveya Lûtkeya Serokan a NATOyê da qediya.
Ankara
Hevdîtina Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokê DYAyê Joe Biden a di çarçoveya Lûtkeya Serokan a NATOyê da qediya.
Serokomar Erdogan li Navenda Kongreyê ya IFEMAyê beriya hevdîtina digel Serokê DYAyê Biden diaxaftina xwe de anî ziman ku ji vî hevdîtina ku piştî demeke dirêj tê kirin, gelekî kêfxweş e.
Serokê DYAyê Biden ji ber derxistina zadê Ukraynayê û hewlên wî yên ji bo serlêdana Swêd û Fînlandiyayê ya ji bo endamtiya NATOyê, spasiya Serokomar Erdogan kir.
Civîna ku bi dema Tirkiyeyê saet 18.55an ji çapemeniyê re girtî destpê kir, nêzîka saetekê ajot.
Di hevdîtinê de Wezîrê Karê Derve Mevlut Çavuşoglu, Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar, Serokê Ragihandina Serokomariyê Fahrettîn Altun, Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin û Serokê MÎTê Hakan Fîdan jî amade ne.