Polîtîka

Serokomar Erdogan: "Pêşaniya me ew e ku agirbest çêbe û deriyên diyalogê vebin"

Özcan Yıldırım  | 02.03.2026 - Rojanekırın : 02.03.2026
Serokomar Erdogan: "Pêşaniya me ew e ku agirbest çêbe û deriyên diyalogê vebin"

Ankara

Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan got, "Em êşa gelê Îranê parve dikin. Barê giran ê şer însanên bêsûc û ew sebiyên mehsûm dikşînin, ji ber ku em şahadiya vê êşê dikin, em xemgînin."

Serokomar Erdogan li Navenda Kongreyê ya AK Partiyê beşdarî "Bernameya Fitarê ya 2026an a Navenda Giştî ya AK Partiyê" bû.

Serokomar Erdogan got, "Tirkiye pêvajoya şer a li herêmê bi hesasî dişopîne, ji bo aştiya mayinde lazim e rê bidin dîplomasiyê.

Serokomar wiha dewam kir, "Em êşa gelê Îranê parve dikin. Barê giran ê şer însanên bêsûc û ew sebiyên mehsûm dikşînin, ji ber ku em şahadiya vê êşê dikin, em xemgînin."

Erdogan bal kişand li ser trafîka dîplomasiyê û wiha axivî, "Heta ku agirbest çêbe, herêma me wekî berê aram bibe, emê di her astê da hevdîtinên xwe bidomînin. Em li aliyê sulhê ne, bila xûn neyê rêtin, bila kes negirî, em dixwazin ku herêma me bigihîje aramiya mayînde ku bi salan e hesreta wê dikşîne."

Serokomar Erdogan got, "Di vê Remezana Şerîf a bimbarek da, em naxwazin li kêleka xwe şer û pevçûnan bibînin. Helwesta me ya li hemberî êrîşên dereqanûnî yên Îranê kirine hedef ev e. Pêşaniya me ew e ku agirbest pêk bê û deriyên diyalogê vebibin.

Eger ku mudaxileya hewcedar nekin, ji aliyê ewlehiya herêmî û kurewî, wê encamên wê yên giran hebin."

Serokomar Erdogan di dawiya axaftina xwe da got ku, "Pêvajoyek wiha wê bi nediyariyên aborî û jeopolîtîk encam bide ku kes nikare vî barî hilgire. Ji ber vê yekê hêj ku agir gur nebûye divê bê temirandin.

Tirkiye bi polîtîkaya xwe ya bihêz a dervayî, bi aborî, bi kapasîteya xwe ya eskerî, bi eniya xwe ya hundir a bihêz va, wê hemî cure talûkeyan berteref bike."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın