Önder Beyter
30 Hezîran 2020•Rojanekirin: 01 Tîrmeh 2020
Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov eşkere kir ku Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putîn sibê dê ligel Serokomar Recep Tayyip Erdogan û Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî bi rêya vîdeo konferansê va mijara Sûriyeyê biaxive.
Peskov li paytext Moskovayê di daxuyaniya xwe ya ku da rojnamegeran da diyar kir ku Putîn dê 1ê tîrmehê li ser Sûriyeyê bi Erdogan û Rûhanî ra peywendiyekê çêbike.
Peskov diyar kir ku peywendî dê bi rêya vîdeo konferansê va çêbe û li gorî ku plan hatiye kirin dê di saet 14.00an da be.
Zîrweya Astanayê ya li ser Sûriyeyê ku plan ew bû ku li Îranê were kirin, ji ber şewba Kovîd-19ê hatibû taloqkirin.