Serokomar Erdogan: "Em ê pêvajoya Tirkiyeya Bêteror bigihînin menzîlê"
"Em ê digel astengiyên derketin pêş me dê pêvajoya ku 17 meh in bi eqlêselimiyekî mezin va bi rê va bigihînin menzîlê"
Ankara
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got ku "Tehrîkên hewl didin ku şeht li pêvajoya me ya Tirkiyeya Bêteror a ku van rojan girîngiya wê ya stratejîk bêhtir hat fehmkirin, bixin dê bersiva hewce ji me hildin. Dê ne hêza prvokatoran ne jî kesên ku bi taybetî hefsarên wan provokatoran di destê wan da ne nekarin Tirkiyeyê ji vê rêya bi xêr ya ketiyê paşda vegerinîn."
Serokomar Erdogan piştî Civîna Kabîneyû ya li Kuliyeya Serokomariyê bangî gel kir.
Serokomar Erdogan bi bîr xist ku newrozên berê da bûyerên nexweş ên ku qet ne li gor rihê newrozê bûn diqewimiyan û got ku "Salên borî bûyerên ne li gor rihê Newrozê diqewimiyan lê bi bandora Tirkiyeya Bêteror va du 2 salên dawîn da em dibînin ku ev bûyer gelekî kêm bûne. Em der barê namerdên ku wekî li Diyarbekir û Stenbolê bi hinceta newrozê bi hesasiyetên gelê me dilîzin da jî ya hewce dikin. Tehrîkên hewl didin ku şeht li pêvajoya me ya Tirkiyeya Bêteror a ku van rojan girîngiya wê ya stratejîk bêhtir hat fehmkirin, bixin dê bersiva hewce ji me hildin. Dê ne hêza prvokatoran ne jî kesên ku bi taybetî hefsarên wan provokatoran di destê wan da ne nekarin Tirkiyeyê ji vê rêya bi xêr ya ketiyê paşda vegerinîn. Em ê digel astengiyên derketin pêş me dê pêvajoya ku 17 meh in bi eqlêselimiyekî mezin va bi rê va bigihînin menzîlê. Dibe ku rêya me hevraz jî be pêşiya welatê me vekiriye, asoya wê vekirî ye û bi îzna Xwedê siberoja wê ronahî ye."

- "Em ê li herêma me bilindkirina zimanê gerdûnî ya hezkirin, aştî û biratiyê bidomînin"
Serokomar Erdogan got ku "Pêvajoya me ya Tirkiyeya Bêteror çawa ku lîstikeke bixwîn a sedsalî xira dike, îdeala me ya herêma bêteror planên kesên dixwazin ku di navbera Tirk, Kurd, Ereb û Farsan da dîwarên nîfaqê rakin, berbend dike." û axaftina xwe wiha domand:
"Em ê teslîmê zimanê şîdet, kîn û nefretê nebin û li herêma me bilindkirina zimanê gerdûnî ya hezkirin, aştî û biratiyê bidomînin. Wekî sedsalek berê car din herêma me wek sehaya têkoşîna pergala cîhanê ya nû hatiye diyarkirin. Em wek Tirkiye, wek hikûmet hemd ji Xwedê ra ji bo vê konjonktura şer û pevçûnû ya nû ya dinyayê gelekî baş amade bûn. Me pêngavên ku dê ewlehiya erza vejenê ya Tirkiyeyê xurt bike avêtin. Me projeyên hem çavkaniyan bi çeşîd dike hem jî çavkaniyên binê erdê dixe dewrê tetbîq kirin."
Serokomar Erdogan got ku "(Amerîka-Îsraîl-Îran) Em biryardar in ku welatê xwe li dervayî xeleka şer bigirin. Em bi tu awayî naxwazin şer di nav welatên herêmê da biguhere şerê ji quwetxistinê."
Serokomar Erdogan destnîşan kir ku Tirkiye di serê wan welatan da tê ku pêvajoya ku herêma me dixe nav bêhna xwîn û barûdê baş dixwîne, wek nûnerê eqlê dewletê bi pesindayîn behsa navê wê dikin û got ku "Em nakevin dafikên ku hin kes dixwazin me bikşînê. Em bi awayekî bi tevdîr, hayjixwe, xwînsar li gor hiqûqa biratî û cîrantiyê pêvajoyê bi rê va dibin."
Serokomar Erdogan destnîşan kir ku şebekeya qetlîamê ya Netanyahu serokê wî ye divê ji bo mirovahî û aştiya herêmê demildest bê rawestandin û diyar kir ku her welat di vê mijarê da divê wêrek be û helwestek êêşîgir nîşan bide.
Serokomar Erdogan got ku "Girtina Geliyê Hurmuzê ya stratejîk a ku ji sedî 20ê bazirganiya vejenê ya dinyayê ji wir derbas dibe aboriya kurewî xistiye nav turbulanseke mezin. Tirkiye bi hemû hêza xwe va, bi hemû derfetên xwe va bi hemû amûrên di bin berpirsyariyê da ji niha pê va jî ji bo tesîskirina aştî, edalet û îstiqrarê bixebite."

Serokomar Erdogan bal kişand ku 25 rojên dawîn ev nîşan da, şer digel ku şerê Îsraîlê ye dinya berdêla vê dide. Şer şerê îqbala Netanyahu ye lêbelê 8 milyar cirma wê dikşîne û ev gotin:
"Bêyî ku di aboriya kurewî da tehrîbata ku dê telafiya wî çendî salan bikşîne dernekeve holê divê şerê bêhiqûq bi dawî be, deriyê diyalogê vebe û demildest dest bi pêvajoya mizakereyê ya encam tê bidestxistin, bikin. Divê destûr neyê dayîn ku helwesta nelihevker, maksîmalîst û radîkal a Îsraîlê rêyên çareseriya dîplomatîk xira bike."
Serokomar Erdogan got ku "(Zêdebûna bihayên neftê) Em ji bo ku welatiyên xwe ji vê pêvajoya ku bandoreke neyinî li dinyayê dike biparêzin tevdîrên wekî eşel mobîlê dixin dewrê. Berxwedana aboriya Tirkiyeyê hember şokên nayên payîn ên wekî vê di asta herî bilind a dîroka xwe da ye. Bila tu kes ji vê nekeve şikê"
Serokomar Erdogan diyar kir ji bo ku pêvajoya sepanê ya der barê plaka, dîmen û pergalên dengê da bi awayekî nebe sedema mexdûriyetan bê birêvabirin telîmat da Wezareta Karên Navxweyî.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
