Rêxistina Mafên Mîrovan a Sûriyeyê (SNHR) ragihand ku di 3 salên borî de hêzên Esed êrîşî herêmên ku di destê muxalîfan de ye kir. Di encama êrîşan de 12 hezar û 935 zarok jî tê de bi tevahî 105 hezar û 721 sivîl mirin.
Di raporê de hat destnîşankirin ku di her saetê de 6 Sûriyeyî bi destê hêzên Esed ve tên kuştin û di her saetê de zarokek, di her 3 seaten de jî jinek tê kuştin.
Di raporê de hat eşkerekirin ku di heman demê de 1037 kesên ku bi koma El Qaîdeyê ve girêdayî ne, hatin kuştin û ji van 41 zarok û 32 jin jî tê de, hejmara sîvîlên hatin kuştin 386 in.
- Li herêma Yermûkê 128 kes ji birçîna mirin
Li gor agahiyên ku ji Konseya Şoreşgeran ya Sûriyeyê hat standin, kampa Yermûkê ya di bin kontrola hêzên girêdayî hikumeta Esed de ye, ji tîrmeha sala 2013an û vir ve 200 sîvîl mirin û ji van kesan 128 kes jî ji birçîna mirin.