Polîtîka

Serokomar Erdogan: "Doza Filistînê êdî bûye doza dinyayê"

Ekip  | 23.09.2025 - Rojanekırın : 23.09.2025
Serokomar Erdogan: "Doza Filistînê êdî bûye doza dinyayê"

Ankara

 Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got: "Ez welatên biryar dan ku Dewleta Filistînê nas bikin, pîroz dikim. Ez hêvî dikim ku ev gav û hewldan pêkanîna çareseriya du dewletî bileztir bikin."

Serokomar Erdogan li Navenda Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) beşdarî "Konferansa Navneteweyî ya Asta Bilind a ku Mijara Wê Çareseriya Pirsgirêka Filistînê û Pêkanîna Çareseriya Du Dewletî ye" ya ku bi serkêşiya Fransa û Erebistana Siûdî hat lidarxistin bû û li wir axivî.

Erdogan welatên ku Filistînê wek dewlet nas kirin pîroz kir û wiha axivî: "Komeke welatên ku di nav da endamên Konseya Ewlehiyê ya NYê jî hene, biryara naskirina Dewleta Filistînê dan ku ev pir girîng e û biryareke dîrokî ye. Ez welatên biryar dan ku Dewleta Filistînê nas bikin, pîroz dikim. Ez hêvî dikim ku ev gav û hewldan pêkanîna çareseriya du dewletî bileztir bikin. Niha pêwîst e ku agirbest bê îlankirin, alîkariya mirovî bê astengî bikeve Xezeyê û Îsraîl hêzên xwe ji Xezeyê vekişîne."

Serokomar Erdogan anî ziman ku doza Filistînê êdî bûye doza dinyayê û wiha dewam kir: "Ev jî rastiyek e ku îro doza Filistînê êdî bûye doza dinyayê. Qetlîama li Xezeyê bi hemû tundiya xwe va dewam dike. Her kesê ku destê xwe bide ser wîcdanê xwe nikare tiştên ku diqewimin qebûl bike. Ji bilî vê, nikare li hemberî nijadkujiyeke wiha bêdeng bimîne."

Erdogan der barê kirinên Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu û hikûmeta wî da jî wiha got: "Armanca hikûmeta Netanyahu ew e ku avakirina dewleta Filistînê mumkin nebe û gelê Filistînê jî neçar bike ku çiqas koç dikin bila bikin. Armanca polîtîkayên dagirkerî û îlhaqê yên kûrtir dibin eşkere ye, kuştina vîzyona çareseriya du dewletî û sirgûnkirina gelê Filistînê. Ji vê ra jî tu carê destûr nayê dayîn."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.