Polîtîka

Serokomar Erdogan: "Ez bangî hemû serokên dinyayê dikim; roj ew roj e ku em ripîrast li ba mezlûmên Filistînî bisekinin"

Serokomar Erdogan got ku "Ez bangî hemû serokên dinyayê dikim; roj ew roj e ku em li ser navê mirovahiyê ripîrast li ba mezlûmên Filistînî bisekinin."

Merve Yıldızalp Yormaz  | 23.09.2025 - Rojanekırın : 24.09.2025
Serokomar Erdogan: "Ez bangî hemû serokên dinyayê dikim; roj ew roj e ku em ripîrast li ba mezlûmên Filistînî bisekinin"

Ankara

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got ku "Em îro li vê kursiyê digel welatiyên xwe ji bo ku bibin tercumanê gelê Filistînê ya tê xwestin ku dengê wan bê kêmkirin li vir in. Ez spasiya hemû welatên eşkere kirin ku dê Dewleta Filistînê nas bikin dikim, bangî welatên ku hê vê biryarê nedane dikim ku demildest ew jî vê biryarê bidin."

Serokomar Erdogan li Hêwana Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) di hevdîtinên Lijneya Giştî ya 80emîn a NYyê da xitabî beşdarvanan kir.

Serokomar Erdogan di axaftin xwe da got ku "Ez di destpêka axaftina xwe da di heyameke ku Filistîn ji hêla welatên jimara wan zêdetir dibin va tê naskirin da dixwazim bibêjim ji ber ku Serokdewletê Filistînê Mehmûd Ebas îro di nav me da nîne ez xemgîn im. Em îro li vê kursiyê digel welatiyên xwe ji bo ku bibin tercumanê gelê Filistînê ya tê xwestin ku dengê wan bê kêmkirin li vir in. Ez spasiya hemû welatên eşkere kirin ku dê Dewleta Filistînê nas bikin dikim, bangî welatên ku hê vê biryarê nedane dikim ku demildest ew jî vê biryarê bidin."

Serokomar Erdogan bal kişand ku li Xezeyê di 23 mehên dawîn da her saet bi destê Îsraîlê zarokek bêrehmane tê kuştin. Ev ne jimar in, hemû can in, mirovên mesûm in û axaftina xwe wiha domand: "2,5 milyon Xezeyiyên ku di nav 365 kîlomêtroqereyê da dijîn her roj ji cihên xwe tên kirin, zorê didin wan ku her roj koçî herêmeke din bikin. Zarokên mesûm ên ku hê di 2-3 saliya xwe da dest, mil, lingê wan tunin îro mixabin ku bûne wêneyê asayî yên Xezeyê.(Komkujiya Îsraîlê ya li Xezeyê) Dîroka mirovahiyê di sedsala dawîn da wehşeteke wiha nedîtiye. Sitriyek biçûk bikeve destê zarokekî agir bi dilê dê û bavan dikeve lê li Xezeyê zarok bêyî anestezî tên amputekirin. Ev dawiya mirovahiyê ye. ( Li Xezeyê) Kîjan wijdan dikare li hember vê li ber xwe bide, kîjan wijdan dikare hember vê bêdeng bimîne? Li dinyayeke ku zarok ji birçîna, bêdermaniyê dimirin aramî dibe gelo?"

Serokomar Erdogan destnîşan kir ku ev têkoşîna dijî terorê nîne û wiha axivî: "Ez ji vê kursiyê dibêjim, li Xezeyê şer tune. Li aliyekî artêşeke bi rêkûpêk a ku di destê wê da çekên herî nûjen heye, li aliyê din sivîlên mesûm hene. Ev dagiriyek e ku bûyera 7ê cotmehê hincet hat nîşandan û hat kirin, tehcîr, sirgûn, komkujî ya rast polîtîkayeke komkujiyê, ya qirkirinê ye. Îsraîl bi Xeze û Şerîaya Rojava namîne, êrîşî Sûriye, Îran, Yêmen, Libnanê dike û aştiya herêmê jî tehdîd dike.

Serokomar Erdogan got "Divê bê temînkirin ku kadroya komkujiyê hesabê bide hiqûqa navneteweyî. Înşeallah ev dê teqez pêk bê"

Serokomar Erdogan di berdewama axaftina xwe da got ku "Ez wisa bawer im ku gelê Sûriyeyê ya ku dijî rejimeke dest bi xwîn têkoşîn qezenc kir serkeftina ku bi berdêlên mezin bi dest xist înşellah dê bigihêje menzîlê. Li Sûriyeyê biqasî ku îstiqrar bi cî bibe dê serkeftiyê vê bêguman bi Sûriyeyiyan ra hemû welatên cîran, hemû herêma me be."

Serokomar Erdogan: der barê şerê Rûsya-Ukraynayê da got ku "Em ê bi şîara ku serkeftiyê şer, windakiriyê aştiyeke adil tune di heyama pêş me da jî ji bo agirbestê hewldana xwe bidomînin."

Serokomar Erdogan diyar kir ku şi Girava Qibrîsê du dewletên cuda û du gelên cuda hene û ev gotin:

"Tirkên Qibrîsê li giravê xwediyê wekhev in û dê qebûl nekin ku bibin kêmnetewe. Ez dixwazim ku bi taybetî destnîşan bikim ku projeyên ku li Rojhilatê Behra Spî Tirkiye û Komara Tirkan a Qibrîsa Bakur dê bi ser nekevin."

Serokomar Erdogan got ku "Di pêvajoya jinûva xweberhevkirinê da civaka navneteweyî divê gelê Efxan tenê nehêle. Tirkiye û gelê Tirk dê ji niha pê va jî li ba birayên me yên Efxan be."

Serokomar Erdogan destnîşan kir ku "Li Sûdanê rawestandina xwîna dirêje, tesîskirina aştiya domdar berpirsyariya hevpar a civaka navneteweyî ye û got ku "Hewldanên me yên di vî warî da dê dewam bikin."

Serokomar Erdogan diyar kir ku teknolojiyên hişê çêkirî divê ne wekî amûreke tehaqûmê ya nû ji bo lqenciya mirovahiyê bên emilandin.

Serokomar Erdogan bal kişand ku saziya malbatê di roja me da biqasî ku tu carî nebibû di bin tehdîdê da ye." got ku"Em wek Tirkiye hember êrîşên zêde bûne dê parastina malbatê bidomînin.

Erdogan di dawiya axaftina xwe da got ku "Bêguman dinyayeke adiltir mimkûn e. Tirkiye ji bo avakirina dinyayeke adiltir dê têkoşîna xwe bi sebir bidomîne. Em ê heta li pergaleke ku hêzdar mafdar nînin mafdar hêzdar in bê avakirin gotina xwe ya 'dinya ji pêncan mezintir e' bidomînin."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.