17 Hezîran 2016•Rojanekirin: 18 Hezîran 2016
ÎSTANBUL
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan beşdarî Merasima Xelatdayînê ya Pêşbaziya Xweşxwendina Qur'ana Pîroz û Hafiztiyê ya Navneteweyî ya IV.emîn a Tirkiyeyê ku li Mizgefta Fatîhê hat çêkirin, bû.
Serokomar Erdogan di merasimê da xeberda û wiha got: "Li welatê me hînkirin û perwerdeya Qur'anê di hin deman da digel qedexe û astengiyan ên eşkere û veşartî, ji ber ku gelê me xwedî lê derket bênavber dewam kir. Gelê me bi saya saziyên ku ava kir û xwedî lê derket hînkirin û perwerdeya Qur'ana Pîroz berdewam kir."
Erdogan di xeberdana xwe da bal kişand ser dersa hilbijarte a Qur'anê û wiha dewam kir: "Bi saya dersên hilbijarte yên di dibistanan da zarokên me derfet û îmkan dîtin ku Qur!anê Fêr bibin. Divê em zarokên xwe ji bo perwerdeya Qur'anê teşwîq bikin û van îmkan û derfetan baş biemilînin."