TBMM
Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan got: "Patronê bûyerên parqa Geziyê û rêxistina paralel yek e. Ew ji berê ve bira ne. Niha jî bi hevdu re ne, dest dane hev û li hemberî vîna gel operasyonan li dar dixin."
Serokwezîr Erdogan di civîna koma partiya xwe ya li meclisê de li ser mijarên rojevê sekinî û diyar kir ku ew kesên ku li pey şopa rêxistina paralel diçin, dixwazin ku pêvajoya çareseriyê jî binpê bikin û wiha dewam kir: "Ji bo ku li Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê carek din gule biteqin, çi ji destê wan tê dikin. Îftira diavêjin hikûmetê û dixwazin ku dîsa hin kesan rakin ser piyan. Hemd ji Xwedê re be ku birayên min ên tirk û kurd bi wan naxapin, guh nadin wan û nivîsên wan naxwînin. Ev saleke ku li herêmê tu şer û pevçûn tuneye. Wek salên berê, bûyerên ku dilê dayîkan diêşand êdî naqewime."