Alîkara Serokê Giştî yê BDPê Gulten Kişanakê der barê besteka demokratîkbûnê ya ku roja duşemê Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan dê eşkere bike de wiha got: "Em bawer nakin ku pakêt li gor hêvî û daxwazên gel hatibe amadekirin û gel qanî bike."
Kişanak digel Parlementerê BDPê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder, Şaredarê Diyarbekirê Osman Baydemîr û Şaredarê Sêrtê Selîm Sadak beşdarî "Mîhrîcana Fistiq û Xwezayê ya 4emîn ya Sêrtê" bû.
Kişanak di çarçoveya xebatên xwe yên li Sêrtê de çû serdana esnafan jî û piştî serdanê daxuyaniyek da.
Di rojeva Kişanakê de besteka demokratîkbûnê hebû û Kişanakê der barê mijarê de wiha got: "Ji bo ku pêvajoya çareseriyê pêşde here, gelek tişt hene ku divê bên kirin. Bi rastî her kes li hêviyê bû ku bestek bi raya giştî re bê parvekirin, serî li fikr û ramanên cuda bê dayîn, bi taybetî jî digel kurdan muzakare bê kirin û wisa bê amadekirin. Lê AKPê wisa nekir. Pakêt bi serê xwe amade kir. Ji ber vê jî pakêta wan e û li gor polîtîka û berjewendiyên wan hatiye amadekirin. Em bawer nakin ku pakêt li gor hêvî û daxwazên gel hatibe amadekirin û gel qanî bike. Lê tevî her tiştî em hêvî dikin ku bestekeke baş be, piştgiriyê bide demokratîkbûna welêt û pêvajoya çareseriyê pêşde bibe. Bi rastî jî hêviyên gel yên der barê bestekê de pir kêm in. Heke hikûmet bixwaze, her tişt dê çareser bibe. Hemî tişt ne pakêt e."
Kişanakê paşê digel heyeta ku pê re 'Pirtûkxaneya Kurdî ya Celadet Elî Bedirxan' ku ji hêla Şaredariya Sêrtê ve hat avakirin, vekir.