ANKARA
Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan di Civîna Nirxandina Sektora Mûşawîriya Teknîkî û Mûtahidiya Derveyî Welêt de axivî.
Serokwezîr Erdogan der barê nêrîn û rexneyên Pakêta Demokratîkbûnê ya ku duh eşkere kiribû de axift û wiha got:
"Pakêta Demokratîkbûnê wekî ku di her qadan de, di qada aboriyê de jî dê pêşiya Tirkiyê veke. Senaryoyên ku di der barê Pakêta Demokratîkbûnê de tên rojevê bi tevahî bê bingehîn in. Senaryoyên tirsê bi tehavî îdiayên vala ne. Desthilatdarî îradeya reformê derdixe holê, ji bo vê dixebite. Lê sed heyf û mixabin ku muxalefet hewl dide pêşiya vê bigre û çalan dikole."