ANKARA
Alîkarê Serokwezîr Bulent Arinç, piştî civîna Lijneya Wezîran diyar ku, dê di cejna qurbanê de, roja erefatê ji bo xabatkarên kamuyê wek betlane bê qebûlkirin.
Arinç daxuyand ku, seranserê cejnê dê heqê pire û otorêyan jî neyê sitandin.
Arinç destnîşan kir ku, tezkereya der barê Sûriyê de ya dê di 4ê cotmehê de muhletê wê biqede di Lıjneya Wezîran de hatiye îmzekirin û di 3yê cotmehê de dê li TBMMyê li ser guftûgo bê kirin.
Em ji bo hemû çareseriyan dixebitin
Alîkarê Serokwezîr Arinç diyar kir ku, ji bo nûçegihanê bi navê Metîn Tûran ê ku li Misrê hatiye girtin çi ji destê wan tê dikin û got: "Em der barê hemû rê û çareseriyan de dixebitin."