ÎSTANBUL
Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan beşdarî Bernameya Jidayikbûna Pîroz a Dibistanên Îmam Xatîbê a li Hêwana Werzişê ya Sînan Erdem hat lidarxistin bû û li vir got: "Ji bo ku min Îmam xatîb xwendiye bextewar im."
Bername ji aliyê Weqfa Onder ve hat lidarxistin.
Serokwezîr Erdogan wiha got: "Kesên ku pişta xwe dan meseleya sergirtinê, doza îmam xatîbê, kesên ku li hemberî doza Tirkiyeya mezin û serbixwe sekinîn û ji zaliman re bişirîn, ew kes li hemberî soza ku li Erefetê hat dayîn bûn muxelefet, kesên ku dengên misilmanan bi dizî guhdar kirin, ketin nav jiyana wan a mehrem, malên misilmana bi dizî girtin bin çavdêriyê û pişt re gef li wan xwarin ne tenê ji ayet û hedîsan re li hemberî hemû nirxên mirovahiyê bê hurmetî kirine."
"Ji bo min di Îmam Xatîbê de xwend bextewar im"
Erdogan bal kişand li ser girîngiya Siyera Nebî û got: "Siyerî Nebî ew tişt e ku mirov bi saya wê ji Hz. Pêxember fêm dike. Bi saya wê jiyana Hz. Pêxeber fêr dibe û ilmê Pêxember fêm dike. Xwendekarên Îmam Xatîbê digel Qur'ana Pîroz Siyerî Nebî jî hîn dibin û di wê atmosfera bajarê ilmê de perwerde dibin û ya ku wan ji xwendekarên din cuda dike ev e."
Ji bo ku min Îmam xatîb xwendiye bextewar im. Ez çûm li wir fêrî Qur'ana Pîroz û Siyerê bûm, ji wir mezûn bûm. Her çar zarokên min jî di dibistanên Îmam Xatîbê de perwerde bûn, Qur'ana Pîroz xwendin û bi siyerê hatin terbiyekirin. Di 28ê sibatê de qeflika li ser deriyê Îmam Xatîban hat vekirin, Îmam Xatîb wekî berê gihiştin azadiya xwe û geş bûn, pirsgirêka sergirtinê hat çareserkirin, ez bextewar im. Dîsa ez gelekî bextewar im da ku di dibistanan de wekî dersa bijarte dersa xwendina Qur'ana Pîroz û dersên siyerê tên dayîn. Xwendekarên me bi saya vê digihêjin bajarê ilmê."
Erdogan got ku Hezretî Mihemed di Xutbeya Xatirxwestinê de du tişt emanetî însanetiyê kirine û got Hz. Pêxember wiha gotiye: "Gelî misilmanan, ez du tiştan emanetî we dikim. Heta ku hûn li wan xwedî derbikevin hûnê ji rê dernekevin."
Erdogan got ku ew tişt Qur'ana Pîroz û sineta Hz. Pêxember e û wiha pê de çû:
"Bala xwe bidinê ev Qur'ana Pîroz e û sineta Hz. Pêxemberê me ye. Wekî hin kesan em nabêjin 'heke zatê ku li Pensilvanyayê gotibe rast e.' Na, gotinên bi vî şiklî mirov ji rêya rast derxistin. Ev tenê aîdê Hz. Pêxemberê me ye. Herwiha fermana ku misilman birayên hev du ne jî bi wî qasî girîng e. Bira hev du aciz nakin. Bira heqê hev du zeft nakin û bi çavekî xirab li hev du nameyzînin. Bira tu caran ji hev du re nabêjin tu kurdî, tirkî, erebî, çerkezî, lazî, romenî, gurcî yî her wekî din navan li hev du nakin û di navbera xwe de dîwaran ava nakin. Bira tu caran hev du ji bîra nakin di şîn û şahiyan de pişta xwe li hev du nazivrînin."
Serokwezîr Erdogan bangî ciwanan kir got "Gelî ciwanan, daxwazeke min heye" û wiha dewam kir:
"Wekî mirovatiyê birayên xwe yên misilman jî ji mîhrîbaniya xwe bê par nehêlin. Ji bo Xwedê ji hev du hez bikin. Ji we hêvî dikim ku hûn alîkariyê bidine birayên xwe yên misilman ên ku hatine xapandin, mal, milk û dahata wan ketiyê bin hîpotekê. Xwedî li birayên xwe yên misilman yên pak, saf û bi îxlas derkevin. Wekî hin kesan bi şev û bi roj nifiran nekin, bi şev û bi roj ji bo hev du dia bikin. Nîşanî wan bidin da ku çawa hatine xapandin, çawa hatine îstismarkirin û bi merhemet û dilovanî nêzîkî wan bibin."
"Zarokên min ên delal"
Serokwezîr bangî ciwanan kir got "Êdî ez dikarim ji we re bibêjim ewladên min ne wisa?" û wiha domand:
"Gelî zarokên min, hûn ji welatekî din nehatin li ser vê axê da ku hûn xwe wekî mêvan hest bikin. Hûn li ser vê axê wekî dîlan nînin. Gelî ciwanên delal, xwediyê vê axê hûn in, xwediyê vî welatî hin çete, zumre, hêz nînin; xwediyê vî welatî 77 milyon e. Hêvî dikim ku hûn bi vê bîreweriyê tevbigerin. Ji bo vê me got Rabîa... Li vir çi heye? Li vir miletek, alek, welatek, dewletek heye."