Polîtîka

"Li hemberî bûyerên li Parîsê kor, ker û lal bûn"

Serokomar Erdogan: "Yên di çalakiyên Geziyê da bi taybetî parastvaniya mafên mirovan dikirin, li hemberî bûyerên li Parîsê kor, ker û lal bûn."

Türkan Tosun  | 10.12.2018 - Rojanekırın : 11.12.2018
"Li hemberî bûyerên li Parîsê kor, ker û lal bûn"

Ankara

ANKARA 

Serokomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan li navenda giştî ya partiya xwe di bernameya "Şaristaniya Mirovahiyê" ya ku ji ber Roja Mafên Mirovan a Dinyayê hat lidarxistin da axivî.

Erdogan behsa bûyerên li Parîsa Fransayê kir û wiha got: "Yên di çalakiyên Geziyê da bi taybetî parastvaniya mafên mirovan dikirin, li hemberî bûyerên li Parîsê kor, ker û lal bûn. Di çalakiyên Geziyê da we dinya rakir li ser piyan. Çima, ev der Tirkiye ye ji ber wê? Hadê niha jî bi heman şiklî biweşînin."

- "Kî parastvanê mafên mirovan e? Em an ew?"

Serokomarê Erdogan behsa mafên mirovan kir û ev pirs pirsî: "Dema bi milyonan penaber ber bi Tirkiyeyê va dihatin yên ku ji me ra digotin sînorên xwe vekin, li hemberî heman mirovan têlên bidirik û dîwar di serî da gelek tevdîrên hişk dîtin. Kî parastvanê mafên mirovan e? Em an ew?"

- "Êdî tu kes nikare dersa demokrasî, mafên mirovan û azadiyê bide welatê me"

Erdogan wiha dewam kir: "Êdî tu kes nikare dersa demokrasî, mafên mirovan û azadiyê bide welatê me. Bi tenê sekna me ya li hemberî hewldana darbeyê û biratiya ku me li bajarên xwe nîşanî bi milyonan penaberan da di mijara demokrasî û mafên mirovan da tevgera me nîşan dide. Ji vir pê va dema behsa demokrasî û mafên mirovan bê kirin, cihê ku pirsgirêkan lê digerin wê tu carî ne Tirkiye be."

- "Em di serî da çi bin, îro jî ew in"

Serokomar Erdogan behsa girîngiya xebatên ji bo hilbijartina meha adarê kir û wiha got: "Em bibiryar in ku bi şev û roj bixebitin û şeva 31ê Adara 2019an 15emîn serkeftina partiya xwe pêk bînin. Tu gotineke bifors, tu peyveke biriqî, tu jiyaneke bişaşaa, durûtiya Rojava ya mafên mirovan û azadiyan venaşêre. Em di serî da çi bin, îro jî ew in."

Erdogan herî dawîn got: "Di bin banê AK Partiyê da cihê kesên kibirê dikin, xwe mezin dibînin, ji bilî berjewendiyên xwe yên şexsî tu tiştekî nabînin, tune."





Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.