24 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 25 Rêbendan 2018
ANKARA
Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin welatên rojava rexne kir û wiha got: "Tiştê ku ez fêm nakim û ji ber xemgîn dibim ev e. Belkî gotina min ji bo wan giran be; lê li gor welatên rojavayê kesekî ne PKKyî, Kurd nîne. Ev welat li Sûriyeyê jî polîtîkayeke wiha bi rê ve dibin, li gor polîtîkaya wan li herêmê kesên ku piştgiriyê nedin YPG û PYDyê ne Kurd in."
Kalin di bernameya zindî ya CNN Tirkê de, pirsên der heqê rojevê de bersivandin û rojev nirxand.
Kalin bal kişand ser qedera Tirk û Kurdan got ku qedera wan yek û diyar kir ku cara ewil Serokomar Recep Tayyîp Erdogan pirsgirikên kurdên li Sûriyeyê aniye rojevê.
Serokomarê me ji bo çareserkirina meseleya Kurda rîskekî siyasî hildabû ser stuyê xwe. Îro bi saya serê wî li vî welatî bi Kurdî tê axaftin, bi Kurdî weşan tê kirin."
Kalin got ku li Tirkiyeyê ka PKK çawa welatiyên Kurd temsîl nake li Sûriyeyê jî PYD û YPG Kurdan temsîl nake. PKK rêxistinekî marksîst û lenînîst e û bi deh hezaran Kurdên dijî wan hene.
Kalin destnîşan kir ku PKK dixwaze li dinyayê bibêje 'Li Sûriyeyê nûnerê Kurdan bi tenê em in' û wiha dewam kir:
"Tiştê ku ez fêm nakim û ji ber xemgîn dibim ev e. Belkî gotina min ji bo wan giran be; lê li gor welatên rojavayê kesekî ne PKKyî, Kurd nîne. Ev welat li Sûriyeyê jî polîtîkayeke wiha bi rê ve dibin, li gor polîtîkaya wan li herêmê kesên ku piştgiriyê nedin YPG û PYDyê ne Kurd in."