Elif Orhan
24 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 24 Rêbendan 2018
WASHINGTON (AA) - Berdevka Qesra Spî Sarah Sandersê da zanîn ku Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokomar Recep Tayyîp Erdogan îro dê li ser telefonê biaxivin û dê di axaftinê de li ser rewşa dawîn a li Sûriyeyê bisekinin.
Berdevk Sandersê di brîfînga çapemeniyê ya li Qesra spî de bersiva pirsên der barê mijarên di rojevê de da û der heqê rewşa dawîn a li Sûriyeyê de nirxandin kirin.
Sandersê bersiva pirseke der barê "Herekata Çiqlê Zeytûnê" ya ku Tirkiyeyê li Efrînê dijî PYD/PKKyê da destpêkirin got "Duh jî ev mijar hatibû axaftin. Em ji wan dixwazin ku rageşiyê (li Sûriyeyê) kêm bikin."
Sandersê eşkere kir dê di axaftina ser telefonê de ya Trump-Erdogan a ku tê payîn ku îro bê kirin jî li ser mijara Sûriyeyê bisekinin û diyar kir ku beriya hevdîtinê naxwaze bikeve nav hûrgiliyan.
Berdevk Sandersê di brîfînga çapemeniyê ya duh de daxuyaniya xwe de gotibû "Em fikarên ewlehiyê yên Tirkiyeyê yên meşrû dizanin û cidî dibînin. Em xebata xwe ya bi Tirkiyeyê re didomînin."
Sandersê her wiha nirxandina "Em bangî hemû aliyan dikin ku li bakurê rojavayê Sûriyeyê bala xwe bidin mexlubkirina DEAŞê, bila pevçûnên li Sûriyeyê kêm bikin û sivîlên mesûm biparêzin. Em dixwazin ku rejima hov a Esed venegere Efrînê. Ji bo ku şerê navxweyî ya li Sûriyeyê xilas bibe emê wek dîplomatîk xebatên xwe dewam bikin."