14 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 14 Berfanbar 2016
ANKARA
Berdevkê Wezareta Karên Derve Balyoz Huseyîn Muftuoglu eşkere kir teyît dikin ku di navbera mixalifên li Heleba Rojhilat û hêmanên eskerî yên ûris ên li sehayê de di encama têkiliyan de li bajêr agirbest hat îlankirin.
Muftuoglu daxuyaniyek da rojnamevanan û diyar kir teyît dikin ku di navbera mixalifên li Heleba Rojhilat û hêmanên eskerî yên ûris ên li sehayê de di encama têkiliyan de li bajêr agirbest hat îlankirin û di wê mijarê de li hev kirin ku di merhaleya ewil de sivîl pişt re jî komên mixalif ber bi îstiqameta Îdlibê ve ji bajêr bên tehliyekirin û wiha axivî:
"Welatê me çendî hefte bûn hewl dida ku korîdora mirovahiyê bê tetbîqkirin. Ev hewldanên me di rojên dawîn de zêde bibûn. Îro ji bo pêkanîna agirbestê pêngavek hat avêtin, ev yek her çiqas me kêfxweş bike jî em didin ber çav ku atmosfereke gelekî hesas heye û tê de feyde heye ku mirov heyjixwe tevbigere. Xebitîna lihevkirinê dê ji nêz ve bê şopandin."
Di navbera komên mixalif ên çekdar ên li rojhilatê bajarê Helebê û hêzên rejimê yên di bin serkêşiya Rûsyayê de bi navbeynkariya Tirkiyeyê afirbest û lihevkirin çêbû.