Haydar Şahin
10 Tebax 2017•Rojanekirin: 11 Tebax 2017
MUŞ
Waliyê Mûşê Azîz Yildirim got, "Bira terorîst bên û teslîm bibin, ji derfetên poşmanbûnê îstifade bikin. Bira teslîmî edaleta Dewleta Komara Tirkiyeyê bibin."
Yildirim li Balafirgeha Mûşê pirsên rojnamevanan bersivand û diyar kir ku li Şêna herêma Mûşê operasyon dewam dikin, di operasyona hewayê ya pêr da 2 terorîst hatin kuştin.
Yildirim got, "Terorîst çi bikin jî nikarin bigihêjin mirazê xwe, nikarin vî welatî parçe bikin û gel berî hevdu bidin. Em ji vê bawer in." û wiha pê da çû:
"Em hem bi welatinê xwe bawer in û hem jî bi hêza xwe. Em dibêjin; Bira terorîst bên û teslîm bibin, ji derfetên poşmanbûnê îstifade bikin. Bira teslîmî edaleta Dewleta Komara Tirkiyeyê bibin. Gotina me ev e lêbelê ku hê jî niyeteke wan ya wisa hebe jî Komara Tirkiyeyê ew ê ji bo wan tişta ku hewce dike bike."