26 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 27 Tîrmeh 2017
ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Kuliyeya Serokomariyê di rûniştina "Civîna Avakirina Qada Perwerdehiya Bilind a Alema Îslamê" da axivî.
Serokomar Erdogan der barê alîkariya doçentiyê da got: "Ez ji rektorên li welatê xwe rica dikim, ez bi Serokê me yê YOKê ra jî li ser vê mijarê diaxivim, ji bo Xwedê ev alîkariya doçentiyê çi ye? Li ser vê bixebitin. Bi alîkariya doçentiyê em pêşî digirin. Gelo li çend ciyên dinyayê alîkariya doçentiyê heye? Ya rastî ez di lêkolînên xwe da rastî tiştekî wiha nehatim. Hin kesan ji bo ku hin kesan mijûl bikin ev derxistiye. Ya rastî ev li pêşiya îlmiyeyê paravanek e. Dibê em ji vê xilas bibin û bawer dikim ku em ê jê xilas bibin."