25 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 26 Tîrmeh 2017
ANKARA
Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di Komcivîna li TBMMyê ya partiya xwe da got, "Êdî hewcedariya mislimanan bi şer tune ye, hewcedariya mislimanan bi piştevanî û hevgirtinê he ye. Ji bo vê jî dibê em li rêyan bigerin ku bi eşkeretî û ji dil li ser pirsgirêkên xwe biaxivin. Hêviya min ew e ku ragêşiya di navbera birayan da di demeke kin da bê çareserkirin."
Serokomar Erdogan bi bîr xist ku bi şev ji ziyareta Erebistana Siûdî, Kuweyt û Qetera welatên Kendavê vegeriya û diyar kir ku ziyaretên wî gelekî kêrhatî bûn.
- Dibê edî ev derew ji holê bê rakirin
Erdogan got di hevdîtinên ku bi serokên dewletan ra kir da li ser têkiliyên dualî, qirîza li herêma Kendavê û gelek meseleyên herêmî axivîn û wiha axivî: "Berê di pirtûkên li dibistanan didan xwendin da bi qestî û xeletî dihat gotin ku 'ereban îxanetî me kir.' Dibê edî ev derewa ji holê bê rakirin."
- Guh nedin provokasyonan
Serokomar Erdogan der barê provokasyonên ku li dijî sûriyeyiyan tên meşandin da got, "Kesên ku dixwazin bi mijarên şexsî va di medyaya civakî û medyaya din da bi xeber û dîmenên derew û şaş va gelê me li dijî sûriyeyiyan tehrîk bikin herî kêm bi qasî alîgirên PKKê, bi qasî alîgirên FETOyê îxnanetê li vî gelî dikin, bira bizanibin. Kêm zêde em texmîn dikin ku li pişt van provokasyonên li dijî sûriyeyiyan kîjan hêz hene. Ez ji miletê xwe rica dikim bira li ber van hewl û xeberên derew baldar bin."
- Em bi têra xwe li Qudsê xwedî dernakevin
Serokomar Erdogan bal kişand ser bûyerên ku li Mescîda Eqsayê diqewimin û wiha pê da çû: "Îro leşkerên Îsrailê hedîseyên pir piçûk dixin hincet, bêperwa bi postalên xwe baxçeyê Mescida Eqsayê qirêj dikin, li wê derê bi hêsanî xwîna mislimanan dirêjin. Sedema vê yekê ew e ku em bi têra xwe li Qudsê xwedî dernakevin."
Erdogan li ser durûtiya ku hin welat li dijî Tirkiyeyê nîşan didin da wiha pê da çû: "Tu yê rabî li welatê xwe destûrê nedî Serokomarê Tirkiyeyê û wezîran; lêbelê sîxûrên te ew ê bên li otêlên vê derê kêfa xwe bikin û welêt parsêl bikin. Tiştekî wisa tune. Hûn ê yan rêz bigirin û bi me ra mitefiktî, şirîktiyeke adil û wekhev daynin yan jî bersiva bêrêziya ku nîşan didin bistînin."
- Navê YPGê bi kar neynin
Serokomar Erdogan, der heqê bi daxwaza DYAyê guhertina navê YPGê da got: "Bala xwe bidin vê îfadeyê 'YPG rêxistina terorê ye, ji ber vê yekê navê YPGê bi kar neynin, HDSê bi kar bînin yanê Hêzên Demokratîk ên Sûriyeyê...' Lê belê êdî çi dikin bira bikin nikarin xwe veşêrin. Ev eşkere ye."