Polîtîka

Ji Rûsyayê daxuyaniya operasyona Sûriyeyê ya muhtemel

Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov: "Em çalakiyên Tirkiyeyê yên ji bo ku ewlekariya xwe biedilîne dizanin û em qebûl dikin"

Önder Beyter  | 07.10.2019 - Rojanekırın : 08.10.2019
Ji Rûsyayê daxuyaniya operasyona Sûriyeyê ya muhtemel

Moskova

Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov der heqê operasyona Tirkiyeyê ya muhtemel a dijî bakurê Sûriyeyê da got, "Em çalakiyên Tirkiyeyê yên ji bo ku ewlekariya xwe biedilîne dizanin û em qebûl dikin."

Peskov bersiv da pirsa rojnamegran a li ser plana operasyona eskerî ya Tirkiyeyê ya li Sûriyeyê.

Peskov diyar kir ku Kremlîn ji pabendiya Tirkiyeyê ya yekîtiya xaka Sûriyeyê haydar e û wiha got, "Di çareserkirina krîza Sûriyeyê û kêşeyên din da yekîtiya xaka Sûriyeyê xala destpêkê ye. Em hêvî dikin ku hempîşeyên me yên Tirk dê di her rewşê da beriya her tiştî pabendî vê rêgezê bin."

Peskov da bibîrxistin ku Rûsya bi wê yekê beled e ku Tirkiye operasyona Sûriyeyê ji bo ewlekariya xwe dike û wiha dewam kir, "Em çalakiyên Tirkiyeyê yên ji bo ku ewlekariya xwe biedilîne dizanin û em qebûl dikin. Em, şerê dijî unsûrên terorê yên dibe ku xwe bispêrin axa Sûriyeyê qesd dikin. Ez dubare dikim, beriya her tiştî divê rêz li yekîtiya siyasî û xaka Sûriyeyê were girtin."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.