Önder Beyter
01 Mijdar 2018•Rojanekirin: 01 Mijdar 2018
WASHINGTON
Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî ya Qesra Spî John Bolton der heqê astengkirinên ku Amerîka dê bide ser Îranê da wiha got, "(Li dijî Îranê) Em dixwazin di asta herî hişk da fişarê bikin, lêbelê em naxwazin zirar bigihîje hogir û mitefiqên me."
Bolton li dezgeha ramanê Hamilton Society ku navenda wê li Washingtona paytextê Amerîkayê ye, li ser astengkirinên ku dê 5ê mijdarê li dijî Îranê bikevin dewrê, nirxandinên xwe anîn ziman.
Bolton diyar kir ku ew dixwazin astengkirinan bidin ser îxracata Îranê û wiha axivî, "Em dixwazin di asta herî hişk da fişarê bikin, lêbelê em naxwazin zirar bigihîje hogir û mitefiqên me."
Bolton got ku rêvebiriya Amerîkayê wê yekê fêm dike ku hin welatên ku wekî coxrafî nêzîkî Îranê ne, "nikarin kirîna xwe ya ji Îranê hema di carekê da berjêrî sifirê bikin."
Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî Bolton bal kişand ku vegotinên astengkirinan bi xwe jî ji niha da bandor li ser aboriya Îranê kir.
Alîkarê Berdevkê Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê Robert Palladino duh di brifinga çapemeniyê da diyar kiribû ku Amerîka bibiryar e ku astengkirinan li ser Îranê bisepîne û herwiha Amerîka dê polîtîkaya xwe ya Îranê ligel welatên hevpişk gotûbêj bike.
Lingê duyemîn ê astengkirinên Amerîkayê yên li dijî Îranê dê di 5ê mijdarê da bikeve dewrê. Astengkirin dê bazirganiya Îranê ya neft û xaza siruştî bikin armanc.