03 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 03 Berfanbar 2016
ÎSTANBUL
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji welatiyan xwest ku bila ewro û dolarê xwe hûr bikin û wiha pê da çû: "Werin niha ewro û dolarê xwe bikin TL. Li hemberî wan kesên dixwazin me têk bibin û mehkûm bikin çiyê we yê veşarî hebe derxin û bikin lîre."
Ji xeberdana Serokomar Erdogan sernavên ku derketin pêş ev in:
"Divê em meseleya faîzê çareser bikin. Ez bi tenêbûna xwe dizanim, lê ez ê têkoşîna xwe dewam bikim. Ez bi biryar im.
Di 15ê Tîrmehê çawa ku li demokrasî, azadî û pêşeroja xwe li xweyî derketin nika jî dema xweyîderketina li aboriya xwe ye. Roj roja axaftinê nîne roja tevgerê ye. Roj roja astengiyan nîne ya piştgirîdayîna aboriyê ye. Ez ji malbata Cevahîrê ra sipas dikim ku guh dan banga me û li vê navenda danûstendinê dikanan bi dowîzê na bi lireyê Tirkiyeyê didin kirê. Saziyên me ku bi vî awayî tevbigerin hesabê bi dowîzê di tengasiyê da hîştina aboriya me yê xirab bibe.
Ez faîzê wek tiştekî kedxwariyê dibînim, wek tiştekî ji bo kesên ku veberdêr in astengî dibînim. Niha li Tirkiyeyê kesên herî zêde qezenc dikin veberhênerên reel nînin. Kesên herî zêde pere qezenc dikin kesên ku sektora fînansaê de dixebitin, ew in.
Tirkiye bi talûkeya ku nikare miaşên karmendan bide da rû bi rû ma. Vê dewletê li ber deriyên IMFyê ji bo çend milyon dolaran sitûyê xwe xwar kir, rojên dijwar derbas kir, lê îro ji IMFyê ra deynê me tuneye. Rezerva dowîzê ya bankeya me ya navendî karê me dibîne, lê em baldar in. Yên ku qala senaryoyên felaketê dikirin di derdê qezenckirina pere da ne û dixwazin ji qeyranê îstifade bikin. Gel ketibû tatêla pêşerojê lê wan di qesrên xwe yên saltanatê da kêf dikir."