YOZGAT
Alîkarê Serokwezîr Bekîr Bozdag der barê doza Ergenekonê de axivî û diyar kir ku doza Ergenekonê, li Tirkiyê ji bo demokrasiyê girîng e.
Bozdag li navçeya Saraykenta Yozgatê beşdarî merasima cejnê bû û got ku doza Ergenekonê, dozeke dîrokî ye.
Bozdag got dibe ku hin kes biryara dadgehê neecibînin, hin kes jî biecibînin û wiha dewam kir: "Ev yek di her biryarê de çêdibe. Heke biryar piştî ku dadgehê biryara bihincet diyar kir, were nirxandin dê baştir bibe. Wê gavê em ê bibînin ka ji bo kî, çi ceza, li ser kijan delîlan hatiye birîn. Mafê bersucan heye ku serî li Dadgeha Bilind bixin. Heke kêmasiyek hebe dê were rastkirin. Hebûna Dadgeha Bilind ji bo vê yekê ye."
Bozdag der barê bûyerên Sûriyê de jî axivî û got ku têkiliyên wan berê bi Esed re baş bûn lê ji ber ku Esed dest bi kuştina welatiyên xwe kir ev têkilî hatin birîn.
-Pêvajoya çareseriyê
Bozdag got ku pêvajoya çareseriyê baş didome û wiha axivî: "Heta îro di têkoşîna bi terorê de 400 mîlyar lîre hatiye xerckirin. Heke me ev pere li Tirkiyê ji bo pêşveçûna aboriyê, zêdekirina kar û îstîhdamê, binesaziyê xerc bikira tu kesî nedikarî peşiya Tirkiyê bigre. Hin kes ji vê yekê aciz in. Heke Tirkiye di demê de vê pirsgirêkê çareser neke, heta Tayyîp Erdoganekî din were dê behsa terorê bike."