TBMM
Serokwezîr Ahmet Davutoglu der heqê bangewaziya Kemal Kiliçdargolu ya ku ji bo Pakêta Ewlehiya Navxweyî ji xelkê xwest ku bila li ber xwe bidin got: "Madem tu partiyeke siyasî ya demokratîk î, Serokê Giştî yê partiyekê yî. Tu heta ku ji bo liberxwedanê bangî xelkê dikî ji bo sindoqê gazî milet bike."
Serokwezîr Ahmet Davutoglu got: "Em ber bi Tirkiyeke nip û nû ya ku ji ber raman, bawerî, mezheb, nijadê neheqî li tu kesî nayê kirin dimeşin. Ev Tirkiyeya nû wê bibe Tirkiyeya biratî, azadî û wekheviya welatiyan."
Serokwezîr Ahmet Davutoglu (ji Kiliçdaroglu re) got: "Heke tu bangî mirovan bikî ku bila li ber xwe bidin û vê telîmatê jî ne ji Tirkiyeyê, ji Penvsîlvanyayê bigrî, em ê hesabê vê bipirsin lo hevalo. Li vî welatî ev sazûman bi hêsanî ava nebû. Kiliçdaroglu li ser kursiyê Meclisê diaxive, di heman saetan de serokê rêxistina paralel ê ku Pensîlvanyayê jî di rojnameya New York Tîmesê de nivîsekê dinivîse. Axaftina Kiliçdaroglu û wê nivîsê bidin ber hev, hûnê bibînin ku wek hatiye tercumekirin. Lewra li pişt destek heman telîmatê dide wan herduyan jî."