Nihat Kavşut
29 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 30 Rêbendan 2019
ANKARA
Bedevkê AK Partiyê Omer Çelik: "Li cihên ku CHP wek yê xwe dibîne şer derdikeve. Ji ber vê jî ev şerekî siyasî nîne û wisa xuya dike ew şerê berjewendiyê ya di navbera lobiyan da ye ku ez wê rêxistinbûnê wekî "cemiyeta parastina statukoyê" binav dikim."
Çelik li A Haberê di weşana zindî da der barê rojevê da axivî.
Bedevkê AK Partiyê Omer Çelik ji bona ku CHPyê Tunç Soyer wek namzedê Şaredariya Mezin ya Îzmirê nîşan da wiha got: "Bav ji sûcê kur û kur jî ji sûcê bav mesûl nîne, lê 'barê dîrokê' heye."
Çelik destnîşan kir li cihên ku CHP wek yê xwe dibîne şer derdikeve û wiha got: "Ji ber vê jî ev şerekî siyasî nîne û wisa xuya dike ew şerê berjewendiyê yê di navbera lobiyan da ye ku ez wê rêxistinbûnê wekî "cemiyeta parastina statukoyê" binav dikim."