Nihat Kavşut
10 Gulan 2018•Rojanekirin: 10 Gulan 2018
ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî bi telefonê axivîn.
Li gor çavkaniyên serokomariyê Erdogan û Rûhanî di axaftina ku bi telefonê hat kirin da biryara Amerîkayê ya vekişîna peymana nukleerî gotûbêj kirin.
Li gor agahiyan hat ragihandin Erdogan ji Rûhanî ra diyar kir ku biryara Amerîkayê ya vekişîna ji peymanê rast nabîne û dixwaze ku Plana Xebatê ya Hevbeş bê parastin.
Wek mayîn Erdogan û Rûhanî li ser zêdekirina têkiliyên aboriyê yên herdu dewletan axivîn.