Ekip
26 Adar 2018•Rojanekirin: 26 Adar 2018
ANKARA
Serokomar Recep Tayyip Erdogan li ser hevdîtinên digel Yekîtiya Ewropayê got: "Emê li gor rewşa, xurtbûna û rola welatê xwe ya li herêmê û dinyayê, bi Yekîtiya Ewropayê ra hevdîtinên xwe bidominîn."
Erdogan, berî ziyareta Bulxaristanê li Balafirgeha Ataturk Stenbolê civîna çapemeniyê li dar xist.
Serokomar Erdogan der heqê hevdîtinan de wiha nirxandin kir:
"Ji bo Yekîtiya Ewropayê endambûna tam, hê wek hedefa me ya stratejîk dewam dike. Hin aliyên ku em niyet, armanc û cîgera wan pir baş dizanin dixwazin bibin asteng ku Tirkiye nebe tam endamê Yekîtiya Ewropayê. Em ê teqez destûrê nedin ku bibin asteng."
Serokomar Erdogan got: "Ez hêvî dikim Civîna Varnayê him ji bo YEyê û him jî ji bo çareserkirina pirsgirêkên herêmî tesîrên erênî bike."
Ji bo Minbicê jî Serokomar Erdogan wiha axivî: "Dema ku Tillerson Tirkiye ziyaret kir û em pê ra axivîn bi teklîfa ku em bi hev ra asayîşa Minbicê peyda bikin va hat. Dema ku got 'Em bi hev ra asayîşa wir peyda bikin' ji vê çi tê fêmkirin? Niyeta me tuneye ku em têkevin van deran, em ji van deran van rêxistinên terorî derxin û asayîşa vê derê bira Amerîka-Tirkiye bi hev ra pêk bîne. Vê gavê tişta ku em dibêjin ev e."
Herwiha got: "Ez aniha hevdîtina me ya bi Tillerson ra tînim ziman û helbet ez wê jî wekî nêrîn û teklifa Amerîkayê difikirim. Lêbelê nêrîna me ya di vê mijarê da eşkere ye. Em der heqê Minbicê da çi dibêjin. Wekî Tirkiye em nikarin li van deran wekî hêzeke dagirker bimînin. Xwediyê van deran kî ne, em van deran bidin wan, teslîmî wan bikin û di vê mijarê da alîkariya wan bikin."
Serokomar Erdogan ragihand ji bo mijara Şingalê îro ji Iraqê rayedarek wê were Tirkiyeyê.