Fatih Gazioğlu
13 Sibat 2018•Rojanekirin: 13 Sibat 2018
TBMM
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan: "Bila wisa zen nekin ku hewldanên li Qibrisê ya ji bo xaza suriştî tên kirin û li zinarên Egeyê dixwazin firsendê bi dest bixin bala me nakişîne. Welatê me bi geşedanên başûr re eleqedar e, lê yên ku vê wek firsend dibînin û li Qibris û Egeyê hedê xwe nizanin bila hesabên şaş nekin, em ji vir hişyariyê didin wan. Çawa ku em lîstikên wan kesên ku li ser sînorên me yên başûr hesabê şaş dikirin bi Operasyonên Mertalê Feratê û Çiqlê Zeytûnê va xirab dikin û di demeke nêz de emê li Minbicê jî xirab bikin, emê hesabê wan jî xirab bikin."
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di axaftina xwe ya li Komcivîna AK Partiyê ya li Meclisê da got ku di NATOyê da her welatek û Amerîka wek hev in û wiha dewam kir:
"Ev çawa endamtiya NATOyê ye, ev di NATOyê da şirîkatiyeke çawa ye. Heke ku em di NATOyê da bi hev ra ne, bend û hukmên NATOyê çi bin, divê Tirkiye çiqasî li gor van tevbigere, divê Amerîka jî ew qas li gor van bend û hukman tevbigere, divê bira ev wiha were zanîn. Ez dixwazim ev jî were zanîn li Tirkiyeyê wek Serokomar NATO Amerîka nîne. Di NATOyê da her welatek û Amerîka wek hev in."
Erdogan der barê şirketên biyanî yên ku li peravên Qibrisê fealiyetê dikin jî wiha axivî: "Pêşniyaza me ji bo şirketên biyanî yên ku li peravên Qibrisê fealiyetê dikin ew e ku pişta xwe bi aliyê Rom girê nedin û nebin amûrê karên ku hed û qeweta wan derbas dike. Dîktiya van, heya çaxê ku çavê wan bi artêş, keştî û firokeyên me bikeve ye. Em careke din tînin ziman ku ev şixul bi wê şêweyê nabe ku wisa teletel biçin ser zinaran wêneyan bikişînin, rêkeftinên ku derbasdar nînin îmze bikin û keştiyên sondajê bînin herêmê.
Erdogan li ser îdîaya ku botên Tirk û Yewnan li hev ketine Yewnanîstan rexen kir û wiha got:
"Mixabin van Yewnanan dîsa xwe şaş kirin. Botên Yewnan dihatin û diçûn Kardakê. Me gelek caran ji aliyê Yewnan re wiha got: 'Tiştên wiha nekin, dev jê berdin. Ji me re pirsgirêkan dernexin. Tacîzkirina balafiran ya ji esman û li ser behrê tê kirin em êdî dev ji van berdin.' Lê dema ev nekirin eskerên me jî mecbur wezîfeya xwe tînin cih. Duh şev jî dîsa tiştekî wisa çêbû. Baş e ku tiştekî girîng çênebû û mesele hat çareserkirin."
Serokomar Erdogan got ku alîgirên HDPê li Efrînê Tirkiyeyê bi êrişên li dijî sivîlan sûcdar dikin û wiha dewam kir: "Eger hesasiyeta Tirkiyeyê ya bona sivîlan nebûya, bi îzna Xwedê me yek şehîd nedida, me li wê derê kevirek nedihêla û li ser milan hemû ser jê dikirin û ji mêj ve me Efrîn sitandibû. Yên ku dibêjin 'heke li me bixin, emê jî bi awayekî tund bersivê bidin' pir eşkere ye ku di emrê xwe de qet silleya Osmaniyan nexwarine."