05 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 05 Rêbendan 2017
ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan beşdarî merasima vekirina Metroya Keçîorenê bû û li vir axivî.
Serokomar Erdogan diyar kir ku bihayê rêwîtiya Metroya Kêçîorenê qasî 2,5 lireyî hat eşkerekirin û metroyê hetanî 15ê Rêbendanê bêpere xizmetê bide.
Erdogan diyar kir piştî ku Tirkiye daket qadê lîstik xera bûn û hincet neman û wiha got: "Hincet û lîstika yên ku li dijî DEAŞê alîkariyê didin rêxistineke din a terorê, piştî ku Tirkiye derket qadê xera bû û vala derket. Hat dîtin ku derdê wan ew nîne ku herêmê ji DEAŞ û rêxistinên terorê yên din paqij bikin, berevajiyê vê dixwazin herêmê têxin nav êgir û bikin gola xwînê."
Serokomar Erdogan destnîşan kir ku hewl didin ku bi rêya rêxistinên terorê zirarê bidine me û wiha dewam kir: "Hûn dibînin, ew kesên ku wekî mêran dernakevin pêşiya me, hewl didin ku bi rêya rêxistinên terorê zirarê bidine me. Ew kesên ku heyameke di qada navneteweyî de zora me dibirin digotin 'li dijî DEAŞê şer nake', bi şiklekî bêexlaqane em tewanbar dikirin, ji nişka ve derketin pêşiya me gotin 'ji vir pê ve neçin' ev gotinên wan badilhewa nînin; digotin 'ji 20 kîlometreyî wêdetir neçin' bela sebeb wiha negotin. Ew çi dibêjin bila bibêjin me navika xwe bi destê xwe jê kir û em bi rêya xwe va diçin."
Erdogan diyar kir ku ferqa rêxistinên terorê ji hev tuneye û wiha xeberda: "DEAŞ, PKK, PYD, YPG, DHKP-C û FETOyê lê zêde dikim, ferqa wan ji hev tuneye. Tu wextê niyeta xwe veneşartine. Dibe ku ereb, kurd, tirkmen û komên din ên li Sûriye û Iraqê di lîstika wan da bi hêsanî bibin piyonên ku tên fedakirin. Ji bo me ew xwîşk û birayên me ne ku em ji xwe cuda nagirin. Bi wan ra qedera me ya hezar salî heye û xizmên hev in."
Serokomar Erdogan destnîşan kir ku em ê gefên li hember welatê xwe ji holê rakin û wiha got: "Em mecbur in ku gefên li hember welatê me ji holê rakin. Divê em vê qet ji hişê xwe dernexin; ewlehiya Tirkiyeyê li Gazîentabê na, li Helebê, li Hatayê na, li Îdlibê, li Mersînê na li Qibrîsê, li Qersê na, li Nexçivanê, li Artvînê na, li Batûmî, li Trakyayê na li Balkanan dest pê dike."