ÎSTANBUL
Serokwezîr Ahmet Davutoglu û wezîrên ku di mijara Heyeta Mirovên Aqilmend de wezîfedar in bi endamên Heyeta Mirovên Aqilmend re li Ofîsa Xebatê ya Serokwezîrtiyê ya li Dolmabahçeyê hatin bal hev.
Serokwezîr Davutoglu got: "Pêvajoya çareseriyê neteweyî ye, xwemalî ye. Hûn dixwazin navê wê daynîn pirsgirêka kurdan, dixwazin daynîn pirsgirêka terorê; hûn behsa kîjan fikr û helwesta siyasî dikin û bikin, ev 12 sal e ku me ji bo çareseriya vê meseleyê her rê ceriband."
Oral Çalişlar ê ku di Heyeta Mirovên Aqilmend a Herêma Behra Reş de wezîfedar e jî beriya civînê daxuyanî da çapemeniyê û wiha axivî: "Ji bilî Abdullah Ocalan, hemû aktorên pêvajoyê bê qasid diaxivin. Yê ku bi tenê bi qasidekî ve diaxive Abdullah Ocalan e. Em ê daxwaz bikin bila derfetek bê nîşandan ku Abdullah Ocalan fikrên xwe bê qasid eşkere bike."
Rojnamevan Oral Çalişlar got ku çalakiyên ji bo Kobanêyê her kesî dike nav fikarê û divê ku her kes bi awayekî bibiryar piştgiriyê bide pêvajoya çareseriyê ku rewşeke erênî derkeve holê.
Civîn hê jî dewam dike.