ANKARA
Cîgirserokên Koma HDPê Îdris Balûken û Pervîn Buldan û Parlementerê Stenbolê Sirri Sureyya Onder duh li Qendîlê bûn. Heyetê der barê ziyareta xwe ya Qendîlê de daxuyaniya nivîskî da.
Daxuyanî li ser navê Koma HDPê hat dayîn û di daxuyaniyê de hat gotin ku heyetê duh li Qendîlê 7 saetan bi rayedarên KCKê re civîn kir.
Li gor daxuyaniyê heyet û rayedar di civînê de li ser pêvajoya çareseriyê, Kobanê, Rojava, geşedanên Rojhilata Navîn, xebatên kongreya neteweyî, helwesta AK Partiyê ya li hemberî pêvajoya çareseriyê, protestoyên Kobanê û polîtîkaya Rojava sekinîn.
Li gor daxuyaniyê heyeta HDPê pêşnûmaya nexşerêya pêvajoya çareseriyê gîhand rayedarên KCKê û rayedaran wiha got: "Heke ku pêvajo derkeve asta mizakereyê, bila raya giştî bizanibe ku tevgera me ya hesas a ji bo pêvajoyê ya ku serokatiya me dabû destpêkirin û heta roja îro bi awayekî fedakarane da domand, dê dewam bike.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku rayedarên KCKê li ser girîngiya Kongreya Neteweyî sekinîn û gotin ku di pêvajoyeke wiha de ji bo gelê kurd girîngiya Kongreya Neteweyî cardin derket holê û wiha hat gotin: "Rayedarên KCKê gotin ku di heyameke wiha de girîngiya Kongreya Neteweyî derket holê û bangî hemû partî û rêxistinên kurdan kirin ku ew ji bo vê yekê hestyar bin."
Li gor daxuyaniyê rayedarên KCKê li ser pakêta darazê ya nû jî sekinîn û wiha gotin: "Vê gavê di rojeva gel de zagonên çareseriyê û rakirina kanûna têkoşîna biterorê re heye. Heke di heyameke wiha de ji polêsan re zêdetir raye were dayîn, bila were zanîn ku li hemberî vê yekê gelê me û hêzên demokrasiyê dê têkoşîna demokrasiyê bidin. Divê hemû kesên demokrasîxwaz hem li dijî zagona ewlehiyê hem jî li dijî polîtîkayên xapînok yên ku AKP ji bo çareseriyê dike, têbikoşin. Divê hemû kesên aştîxwaz di vê çarçoveyê de hestyar bin."