KABÎL
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan: "Kesên ku di serî de ji birayên me yên ji Kobanêya bajarê Sûriyeyê ji ber şer revîn û xwe sipartin Tirkiyeyê re, hembêza xwe vekir, Hêzên Çekdar ên Tirk bûn. Dibe ku hin kesên nezan rabin keviran biavêjin leşkerên me. Dibe ku hin bêbext rabin guleyan berdin leşkerên me. Dibe ku hin kes rabin li hemberî leşkerên me yên ku ji bo aştiyê hewl didin, bertek nîşan bidin. Artêşa Tirk a ku yek ji artêşên herî qedîm ên dinyayê ye dê tu caran li hemberî van êrîşan serî netewîne. Her tim dê wezîfeya xwe bi rêkûpêk bi cih bîne."
Serokomar Erdogan di çarçoveya ISAFê de, leşkerên li qişleya Doganê ziyaret kir. Li qişleyê Fermandarê Perwerde, Piştevanî û Alîkariyê yê Kabîlê Tûggeneral Şafak Gok, Serokomar Erdogan pêşwazî kir.
Li meqamê fermandariyê brîfîng dan Serokomar Erdogan û Erdogan piştî vê Nexweşxaneya Ataturkê ya ku lê efganî bê pere tên tedawî kirin û bê pere dermanan distînin ziyaret kir.
Piştî lêkolîn û ziyaretan Serokomar Erdogan li aşxaneya leşkeriyê di nav de Beşa Azerî ya ku ji 93 kesan pêk tê jî bangî hemû leşkerên Tirk kir. Di axaftina xwe de bal kişand li ser rewşa leşkeran got ku ji welatên xwe dûr ji bo wezîfeyeke giranbiha hûn hewl didin. Ez ji vir silavên gelê me yê ezîz radigihînim we.
-"Li ku derê şer hebe Tirk jî li wir amade ne"
Serokomar Erdogan xîtabê leşkerên li qişleya Doganê kir û got: "Li Efganistanê wateya alaya me ya ku li ser hîv û stêrk heye, aştî ye. Wateya wê alîkarî û biratî ye. Wekî ku we li Kosovayê, Bosna Hersekê, Libnanê, Somaliyê ev hêsta bixwebaweriyê çêkir li vir jî sedema vê hêstê hûn in. Ez ji vir cardin sipasiyên xwe pêşkêşî we dikim. Ez spasiyên gelê xwe yê ezîz li vir cardin radigihînim we. Daxwaza min ji we ew e ku hûn zanibin ez bi we her tim şanaz û serbilind im û dê ev her tim wiha dewam bike."
Serokomar Erdogan destnîşan kir ku ji ber ku leşkerên Tirk li herêmên cuda yên dinyayê wezîfe dikin, li Tirkiyeyê carinan ev yek tê rexnekirin û mixabin li ser vê mijarê nîqaş çêdibin.
-"Artêşa Tirk, yek ji artêşên herî qedîm ên dinyayê ye"
Erdogan got: "Kesên ku di serî de ji birayên me yên ji Kobanêya bajarê Sûriyeyê ji ber şer revîn û xwe sipartin Tirkiyeyê re, hembêza xwe vekir, Hêzên Çekdar ên Tirk bûn."
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan wiha pê de çû:
"Dibe ku hin kesên nezan rabin keviran biavêjin leşkerên me. Dibe ku hin bêbext rabin guleyan berdin leşkerên me. Dibe ku hin kes rabin li hemberî leşkerên me yên ku ji bo aştiyê hewl didin, bertek nîşan bidin. Artêşa Tirk a ku yek ji artêşên herî qedîm ên dinyayê ye dê tu caran li hemberî van êrîşan serî netewîne. Her tim dê wezîfeya xwe bi rêkûpêk bi cih bîne."
Serokomar Erdogan, piştî axaftina xwe diyarî li leşkerên qişleyê belav kir.