Ev daxwaz û biryarên guhdarkirinê bi temamî dereqanûnî ne
Arinç der barê îdîayên bi destê "saziya paralel" guhdarkirina telefonan de wiha axivî: "Ez niha tenê agahiyên ku ji dosyeyên di bin berpirsiya van her du dozgeran de bûn, pêşkeşî we dikim. Ev daxwaz û biryarên guhdarkirinê bi temamî derqanûnî ne."
Bulent Arinç der barê daxuyaniya Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglû yên wekî "Dema ev hatin guhdarkirin, hikûmet li kû bû?" de jî wiha axivî: "Hikûmet li vir bû, lê ne gengaz e ku em bikarin mudaxleyî dozgerê ku guhdarkirinê xwest û dadgerê ku biryarê da, bikin û jixwe ne mimkun bû ku haya me ji van hebe. Rêzikdanîn, meriyet û daraz ji hev azad in û bi awayekî cuda tevdigerin."
-Helbet daraz dizane ka ev teşebusa derbeyê ye an na
Arîkarê serokwezîr Arinç axaftina xwe wiha berdewam kir: "Birêz Serokwezîr dibêje ku bûyerên beriya 17ê Kanûna Pêşîn û piştî wê teşebûsa derbeyê ya li ser hikûmetên sivîl, hikûmetên hilbijartî û hikûmeta AK Partiyê ye. Helbet daraz dizane ka tiştên li vir qewimîn teşebûsa derbeyê ye, an na. Lê bi vî halê xwe jî ev guhdarkirinên bêdestûr, şopandina axaftina der barê jiyana taybet yên kesên eleqedar û ne eleqedar jî nîşan dide ku dê van teqez li dijî hin kesan bi kar bianîna. Dadgeh wesfa sûcê didin. Heke tehqîqatek bê vekirin û îdianameyek bê amadekirin, em dê hemû bi hev re bibînin ka dê vê mijarê de lêpirsîneke çawa bê kirin."
Arîkarê Serokwezîr Arinç, der barê îdîayên guhdarkirinê de got ku "heke dereqanûnî bên tespîtkirin, dê der heqê wan kesan de jî miameleyên hiqûqî bên kirin." û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Em divê bi awayekî erênî lê binêrin ku her du dozgeran vê yekê red kirin. Lê dibe ku mirov bifikire û bibêje ji ber ku her tişt derket holê û ji bo xwe parastinê her tiştê red dikin."
-Şertên ku em ji bo pêvajoya çareseriyê pêş dibîbinin eşkere ne
Arinç diyar kir şertên ku ji bo pêvajoya çareseriyê pêş dibîbinin eşkere ne û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Mirov dikare tiştên ku ew dibêjin jî wekî hewldana peyamdayîna girseya xwe an jî hin cihên din, bibîne. Lê belê Demîrtaş an jî yekî din heke bi van gotin û tevgerên xwe, sûcekî ku li gor qanûnên niha derxîne pêşiya me, dadgerên Tirkiyeyê dibe ku hin tiştan bikin. Lê hûn dizanin ku me di Qanûna Tekoşîna li Terorê de hin tişt veras kirin û baş kirin. Heke ji bo şîdetê bang tunebe, di mijara bangeşeyê de azadî heye."