BITLÎS
Fuara Rojhilata Anadoluyê û Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Tatwanê dest pê kir. Li navçeya Tatwanê ya li ser Bidlîsê, fuara Tatwanê ya 45. dest pê kir. Di destpêka fuarê de Serokê Şaredariya Bajarê Mezin ê Diyarbekirê Osman Baydemîr, der heqê pêvajoyê de axivî û got ku divê hemû kes bi dengekî xurt li aştiyê xwedî derkeve û divê kurd, xwedî helwesteke demokratîk bin.
Baydemîr detnîşan kir ku hûr û gir hemû kurdan, bi hêvî û bi hesreteke mezin piştgirî da aştiyê. Baydemîr, bibîrxist ku ev 6 meh in cenaze nayên û ji bo ku pêvajo bi vî awayî dewam bike divê hikûmet pêngavan biavêje. Baydemîr, diyar kir ku li şûna ku mirov li benda hikûmetê bimîne divê hemû kes, li ser zemîna demokrasî û aştiyê û avakirina hiquqa biratiyê bixebite.
Baydemîr, banga dostanî û biratiyê li hemû welatiyan kir û got: "Li herêmê sermayedanîna herî mezin, sermayedanîna ji bo aştiyê ye." Baydemîr da zanîn ku divê dewlet û hikûmet, ji gelê kurd re azadiyê wek tiştekî mezin nebînin. Piştî axaftinan konsera Ferhat Tunç dest pê kir û welatiyan ligel stranan govend girêda. Çalakî bi avêtina fîşekên hewayî qediya.