Polîtîka, archive

Li Sûriyeyê Kurd çi dixwazin?

Cîgirê Sekreterê Giştî yê PYDyê Meşayîh: "Li Sûriyeyê Kurd ne li pey avakirina dewletekê ne û ne jî dixwazin Sûriyeyê perçe bikin."

12.10.2013 - Rojanekırın : 12.10.2013
Li Sûriyeyê Kurd çi dixwazin?

ÎSTANBUL 

Cîgirê Sekreterê Giştî yê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û endamê Konseya Neteweyî ya Kurd ya Sûriyeyê (KNKS) Mustafa Meşayîh diyar kir ku li Sûriyeyê Kurd ne li pey avakirina dewletekê ne û ne jî dixwazin Sûriyeyê perçe bikin. Tenê piştî ku rejîm hilweşiya, dixwazin Kurd û Ereb û Turkmen bi hev re rêveberiyekê ava bikin ku hemû Sûriyeyê temsîl bike. 

Meşayîh li Îstanbûlê beşdarî civîna ku ji aliyê Yekîtiya Demokratên Sûriyê û partiyên Kurd ve hatibû lidarxistin bû û ji nûçegihanê AAyê re wiha axivî: "Li Sûriyeyê Kurd ne li pey avakirina dewletekê ne û ne jî dixwazin Sûriyeyê perçe bikin. Tenê piştî ku rejîm hilweşiya, dixwazin Kurd û Ereb û Turkmen bi hev re rêveberiyekê ava bikin ku hemû Sûriyeyê temsîl bike." 

Meşayîh diyar kir, ji bo ku helwesta hikûmeta tirk ya der barê di çareseriya "pirsgirêka Sûriyê û Kurd" de hîn bibe, beşdarî vê civînê bûye. Meşayîh ragihand ku ji bo çareserkirina pirsa Kurd a li Sûriyê ji hemû pêşniyar û çareseriya re vekirî ne. Meşayîh got ku em ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê bi nûnerên DYA, YE û Almanyayê re jî tên cem hev û diaxivin.  

"Konseya Neteweyî ya Kurd ya Sûriyeyê (KNKS) dixwaze endamên xwe hilbijêre"

Meşayîh der barê Koalîsyona Neteweyî ya Hêzên Şoreşger û Muhalîfên Sûriyeyê (KNHŞMS) de jî wiha axivî: "Bi Koalîsyona Neteweyî ya Hêzên Şoreşger ên Muhalîfên Sûriyeyê re me li hev kir ku 11 kes di koalîsyonê de Kurdan temsîl bike. Konseya Neteweyî ya Kurd ya Sûriyeyê dizwaze endamên ku beşdarî Koalîsyona Neteweyî ya Hêzên Şoreşger ên Muhalîfên Sûriyeyê bibe bixwe hilbijêre, lê Koalîsyona Neteweyî ya Hêzên Şoreşger ên Muhalîfên Sûriyeyê dibêje bila ev bi hilbijartinê were diyarkirin."  

Meşayîh got ku di navbera Koalîsyona Neteweyî ya Hêzên Şoreşger ên Muhalîfên Sûriyeyê û Konseya Neteweyî ya Kurd ya Sûriyeyê de li ser "zagona desthilatdariya neteweyî" lihevnekirin heye û wiha berdewam kir: "Koalîsyona Neteweyî ya Hêzên Şoreşger ên Muhalîfên Sûriyeyê dibêje belgeyê ku li ser zagona desthilatdariya neteweyî hatiye îmzekirin, wê di rûniştina parlamentoya nû ku wê bê hilbijartin de were nîqaşkirin. Konseya Neteweyî ya Kurd ya Sûriyeyê jî dibêje bila zagon bi referandûmê bikeve makezagonê."  

Meşayîh li ser pevçûnên ku di navbera hêzên Sûriyeyê de diqewime jî rawestiya û axaftina xwe wiha domand: 

"Pevçûnên di navbera Dewleta Îslamî ya Şam-Iraqê (DÎŞI) û PYDê de didomin. Di navbera wan de agirbest tuneye. Pevçûnên ku di navbera Dewleta Îslamî ya Şam-Iraqê, Eniya Nûsrayê, leşkerên Artêşa Azad a Sûriyeyê û di navbera Yekîtiya Parastina Gel (YPG) ku girêdayî PYDyê ne berdewam dike. YPG wekî Dewleta Îslamî ya Şam-Iraqê ne ji bo êrîşê, ji bo herêma xwe biparêze şer dike."  

Beşdarbûyîna Îranê ya konferansa Cenevre-2ê gelek girîng e

Li ser beşdarbûyîna PYDê ya konferansa Cenevre-2ê jî Meşayîh wiha got: "Heger muhalefeta Sûriyeyê wekî komên cuda beşdarî konferansê bibe, wê Kurd jî wekî komeke serbixwe beşdarî konferansê bibin. Muhalefet wekî komekê beşdar bibe em ê jî tevlî vê komê bibin. Heger em bên ser Îranê, bandora dewleta Îranê li ser Sûriyeyê heye. Rola wê li ser rejîma Sûriyeyê heye û bi xêra wê emrê rejîmê dirêj dibe. Ez hêvî dikim ku beşdarbûyînê Îranê ji bo çareserkirina pirsgirêka li Sûriyeyê feydê bide." 

Meşayîh li ser helwesta Tirkiyeyê ya li ser pirsgirêka li Sûriyeyê jî wiha got: "Helwesta Tirkiyeyê gelek girîng e. Tirkiye ji serê ewil de ji bo ku pirsgirêk çaresr bibe bang li rejîme dike ku talebên gel bi cih bîne. Lê rejîmê guh neda van bangan û gihîşt asta leşkerên şoreşê. Berpirsiyarê viya jî rejîm e, gel nîne." 

Meşayîh ji bo ku Tirkiyeyê deriyên xwe ji bo penaberên Sûriyeyê vekirî ye jî memnûniyeta xwe anî ziman.  

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın