Türkan Tosun
28 Mijdar 2017•Rojanekirin: 28 Mijdar 2017
TBMM
Serokomar Erdogan: "Me bi salan li dijî olîgarşiya burokratîk têkoşîn da lê nîha li ser navê min car din xebatên avakirina olîgarşiya burokratîk tên kirin ku ev rewş tu carê nayê qebûlkirin."
Erdogan: "Di serî da li burokrayiyê û gelek ciyan kesên ku nikarin karên xwe bikin, engariyê dikin, nikarin ji binê berpirsyariya xwe derkevin hema bi gotinên wiha va hewl didin ku ji berpirsiyariyê xilas bibin. 'Begefendî wisa dixwaze' an 'Serokomarê me wisa dixwaze' an jî 'Kulliye wiha dixwaze'. Tê fehmkirin ku bi destê kesên ku ez qet nas nakim û di emrê xwe da qet nedîtiye va ev rêya di karên hêsan ên burokratîk, tercihên li ser hûrgiliyên veberhênanekê da û taltîf û tesfîyeya hin kesan da tê bikaranîn."
Erdogan: "Ez destûrê nadim ku li tu wezaret, li tu sazî û li tu teşkîlateke me li ser navê min rê li ber pêvajoyekê bê xitimandin, li dijî qayde û quralan kar bên kirin. Heke ez bi xwe telefonî wezîrekî an jî burokratekî nekim, ji kerema xwe ev eqrebayekî min be jî, kurê bavê min be jî li ber derî wî biqewirînin."
Erdogan: "Li gor min ev helwest, yanî ew gotina 'Birêz, Serokomar wiha dixwaze' di nav olîgarşiya burokrasiyê da bûye wek şîfreyeke nû. Ew kesên li meqamê helkirina pirsgirêkê ne û di şûna çareserkirinê da her tim gilî û gazinan dikin, sûc dikin stûyê kesên din, me ji xwe ra dikin hincet û dixwazin xwe paqij nîşan bidin, di çavê min da ew biserneketî ne."