DIYARBAKIR
Dadgeha Cezaya Giran a 5emîn ya Diyarbakirê parlementerên Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) yên girtî Gulser Yildirim û Îbrahîm Ayhanê ku di doza KCKê de dihatin darizandin bi yek dengî serbest berda.
Ji bersûcên doza KCKê 4 yên BDPê û yek jî serbixwe bi tevahî daxwaza tehliyekirina 5 parlementeran li Diyarbakirê hatibû red kirin. Di 31ê çileya pêşîn de parlementeran bi navbeynkariya parêzerên xwe serî li Dadgeha Makezagonê dan. Dadgehê jî serlêdana wan di cih de dît û biryar da ku heqê Gulser Yildirim û Îbrahîm Ayhan hatiye îhlal kirin û divê tezmînat jî ji bo wan bê dayîn. Ji ber ku dosyaya 3 parlementerên din hêj negihîştibû destê Dadgeha Makezagonê der barê wan de tu biryar nehat dayîn.
Piştî biryara Dadgeha Makezagonê parêzerên Yildirim û Ayhan ji bo serbestmayina wan serî li Dadgeha Cezaya Giran a 5emîn ya Diyarbekirê dan. Dadgehê jî serlêdana wan qebûl kir û bi yek dengî parlementer serbest berdan.
Dadgehê bîryara tehliyekirine parlemenderan ji rêveberiyên girtîgehên ku parlementer tê de girtîne re hat şandin. Tê çaverêkirin ku parlementer di demek kur de ji girdigehê derkevin.