ÎSTANBUL
Namzedê Serokomariyê û Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan wiha got: "Em tişta ku her kes baş dizane cardin bi bîr tînin, misilman bira ne. Çawa ku me heta niha ji bo ku di navbera birayan de aştî pêk bê hewl dida, îro jî em bi dilsozî dixebitin."
Erdogan li Qesra Dolmabahçeyê di civîna "Civîna Înîsiyatifê ya Aqlêselîm, Îtidal û Aştiyê ya Alimên Îslamê yên Cihanê" de axivî.
Erdogan bal kişand ser alema Îslamê û got ku ew tu meneyê nade van bûyerên ku diqewimin û wiha axivî:
"Mirovek bi kîloyan bombe li ser xwe girê dide û diçe li mizgeftê, mescidê yan jî li tirbekê di nav kesên ku dia dikin de diteqîne. Yên ku vê komkujiya dilkevir dikin, xwe wek misilman bi nav dikin û dema vê dikin jî tekbîrê tînin. Ji xwe yên ku di van mizgeft, mescid an jî tirban de şehîd dibin bêşik misilman in. Rêxistin tên avakirin û ev rêxistin ji xwe re etîketên Îslamî hildibêjêrin. Dibêjin ku em misilman in û cîhadê dikin. Gavek berê mamosteyên min, alimên Îslamê gotin ku divê mijara cîhadê zelal bibe. Mijara fethê divê zelal bibe. Divê peyva 'cîdal'ê, tekoşînê zelal bibe. Gelo ev tişt û mijar çi ne? Divê naveroka wan bên eşkerekirin."
"Li Rojhilata Navîn li her derê xwîn diherike"
Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan daxuyand ku ev rêxistin diçin li cem birayên xwe yên misilman û wiha axivî: "Birayên xwe yên misilman dikujin. Li Rojhilata Navîn niha li her derê xwîn diherike. Çi heyf e ku xwîna ku diherike, xwîna misilmanan e. Ya herî biêş jî, xêynî Filistînê, yên ku xwînê dirêjînin jî dîsa misilman in. Bawer bikin tu meneya van bûyerên ku em şahid in tuneye. Bi alimekî re axaftin û hevdîtina min çêbû. Li alema Îslamê giraniyeke wî heye, helbet ez ê navê wî û mezheba wî nebêjim. Lê ez dixwazim vê civînê wek civîna xwerexnekirinê bibînim. Alimên Îslamê, divê em li vir rexneyên xwe bikin. Li ku xeletiya me heye?"