24 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 24 Tîrmeh 2017
ANKARA
Lijneya Wezîran bi serokatiya Serokwezîr Bînalî Yildirim civiya.
Civîn li Koşka Çankayayê tê kirin û di saet 11.30î da dest pê kir.
Piştî ku di kabîneyê da guhertin hat kirin, Alîkarê Serokwezîr Hakan Çavuşoglu, Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul, Wezîra Xebat û Ewlehiya Sosyal Julîde Sarieroglu, Wezîrê Ciwanî û Sporê Osman Aşkin Bak, Wezîrê Xida, Çandinî û Heywandariyê Ahmet Eşref Fakibaba û Wezîrê Tenduristiyê Ahmet Demircan cara ewil beşdarî civîna Lijneya Wezîran bû.
Piştî guhertina kabîneyê îro tê payîn ku wezîfeya alîkarên serokwezîr û berdevkê hikûmetê kifş bibe.