TEKÎRDAG
Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan li Tegîrdagê bi endamên teşkîlata AK Partiyê ya bajêr re hat bal hev. Erdogan li vê derê xeberda û diyar kir ku ew eleqeyê bi şekl û şemala tu kesî nakin û derdekî wan ê wisa jî tuneye û wiha dewam kir: "Ser bixêlî, ser bêxêlî hemû xwîşkên me ne, can û rihê me ne."
Erdogan destnîşan kir ku demek berê ji ber ser nixûmandinê keçan nikaribû li zanîngehan bixwînin û wiha pê de çû: "Niha hemû dikarin bixwînin û di saziyên dewletê de jî bixebitin. Gelo çi bû? Welatî pevçûn û Tirkiye tevlihev bû? Na, tiştek wisa nebû. Niha tu dinêrî kesên ser bixêlî û serqot li bal hev dixebitin û ji welatiyan re xizmetê dikin."
Demekê di rojnameyekê de nûçeyek derketibû û li ser vê nûçeyê ji bo AK Partî bê girtin doz hatibû vekirin. Erdogan bal kişand ser wê demê û wiha got: "Bifikirin, ew nûçeyên ku di wê rojnameyê de derketin wek belge hatin qebûlkirin û xwestin pê AK Partiyê bigrin. Gel ji sedî 47 raya xwe daye te. Di meclisê de ji sedî 63 parlementerê te hene û dixwazin di wê heyamê de partiya me bigrin. Gelo tiştekî wiha dibe? Ji vê kirinê re derbeya sivîl tê gotin. Xwestin ku me bigrin, gelek dafik li ber me danîn, lê hemd ji Xwedê re negihiştin armanca xwe. Lewra me heta niha eleqeya xwe bi dîn, nijad û zimanê tu kesî nekir, derdekî me yê wisa jî tuneye û ji bo me her kes yek e."
"Ji bo xizmetê tu tiştekî nakin"
Erdogan diyar kir ku di rêveberiya herêmî de cudahiyên di navbera şaredariyên AK Partiyê û partiyên din de li holê ne û wiha dewam kir: "Hûn li şaredariyên ku di destê CHPyê, MHPyê û BDPyê de ne dinêrin ji bo xizmetê tu tişt tuneye. Ji her şaredariyeka wan agahiyên gendeliyê tên bihîstin. Lazim e ku ji gel re xizmetê bikin lê ew li ser nijadê siyasetê dikin."
"Em hereketa dilan e"
Serokwezîr Erdogan bal kişand ser gotinên ku muxalefeta Tirkiyeyê di siyaseta xwe de bi kar tîne û wiha dewam kir: "Li Tirkiyeyê muxelefet ji welatiyan dixeyîde, kesên ku rayên xwe nedin wan li wan heqaretê dikin. Ev siyaseta muxelefetê ye. Lê em hereketa dilan e. Heta ku em hemû dilan xweş bikin em ê di vê rêyê de bixebitin. AK Partî ne partiyeke herêmî ye AK Partî partiya hemû Tirkiyeyê ye."