Hevserokê Giştî yê HDPyê SelahattînDemirtaş got: "Em wek dewlet dema ku ji gel bacê kom bikin em ê nebêjin 'Tu lewî yî, bacê nede', 'Tu xiristiyanî em ji te bacê nastînin.' Em gava ku bacê berhevdikin cudakariyê nakin, divê gava em xizmetê bikin jî nekin. Heke bi baca ku ji suryanî, êzdî, xiristiyan, elewî tê komkirin, em tenê ji bo xizmetê bikin nabe. Ew pere heram e."
Demirtaş, konê hilbijartinê ya li Qada Şîrînevlerê û esnafê ser Kolana Mareşal Fevzî Çakmak ziyaret kir.
Demirtaş piştî vê derbasî Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya Alimên Dîn bû.
Demirtaş li vir wiha axivî: "Kurd, tirk, ereb, çerkez hemû aliyên civaka me pir zehmet kişand. Em dixwazin di vê serdema bi zor û zehmet de gavek bavêjin. Wek partî em dixwazin di van hilbijartinan de vê gavê biavêjin. Li ser vê axa bi deh hezaran şaristanî jiyan e. Kawîmên ku berê hebûnê, yên ku paşê hatine bi cih û war bûne û gelekên din. Herwiha bi wan re gelek dîn, bawerî û çand jî derketine holê. Hê jî li ser axa vê welatê, şopa wan çand û baweriya heye. Hûn herin kîjan bajarî hûnê şopa wan bibînin. Enqere, Qers, Artvîn... Heke ku ev çand û bawerî li ser vê axa jiyabin, em nikarin wan tune qebûl bikin."
Demirtaş got ku dîn di navbera Xweda û qûlê wî de ye, dewlet nikare têkil bibe.